heway zistane «xuman» betałe

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  714 views
heway zistane «xuman» betałe
hemû kemałê dwayî zewałe
xwa bîda û wêney estêre hełat
bedkar be helat, řûzerd bû hełat
lem qubbeyeda ewî bimênê
dengêkî xoşe gwê eziringênê
katê etbene «girdekey seywan»
etxene jêr xak be dengî qur’an
şerit waye be dił řeḧmet binêrin
newek be cinêw hełt pesêrin
pyawî bedzuban zubanyan biřî
be peřey qur’an xwênekey siřî
tifyan ekirde sîmay bê’arê
eygut: řeḧmete baran ebarê!
ełên ejdeha hełî ekêşin
em xełkeyş le dest «hîtler» be êşin
xozge ewîşyan wa hełdekêşa
bełam le pêşda danyan ekêşa
karwanî ḧuştir ekşan be bêdeng
kerêkî dêzyan bû bû be pêşeng
witim: «hîtler»e kewte pêş ełman
kereke tund bû lêm hate zuban
witî: xwa neka bibim be «hîtler»
wek ew xwa bimka be aletî şeř!