seyr ken yaran! xwa her ew xwaye

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  662 views
seyr ken yaran! xwa her ew xwaye
ke êsta bizin wa swarî gaye
yaxwa qet geda mu’teber nebê
feqîr û hejar tûşî şeř nebê
bexowe nedîw ke bû be ze’îm
ekujê û ebřê be bê tirs û bîm
dwê şew le xewma padşaye bûm
katêkim zanî wek gedaye bûm
şahenşa ye’nî padşay şahan
sîfetî xwaye nabê be ’înwan
em nawe taser bo kes namênê
awêney dewran ’eksî enwênê
ke le cêgey berz bikewye xwarê
tewjimî berzî têkit ehařê
bełam le nizmî azarit nabê
pyaw berz nafřê hoşî le la bê
«seddî eskender» ełên řûxawe
«yacûc û macûc» boye hestawe
cecałîş swarî kerî xoy buwe
bo xurma xełkî hênde le duwe
sa xwaye ’îsay bu binêre xwarê
bełkû em şeře hełsê be carê