«gułebeřoje» meczûbî ’eşqe

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  805 views
«gułebeřoje» meczûbî ’eşqe
řûy her le řoje, eme sermeşqe
nek «fiřfiřoke» be hemû baye
esûřêtewe û řencî be baye
«meqest» her kesê emustî pya ka
dem dekatewe, ferqî kes naka
pêm gut: çî heye? bîłê bîzanim
witî: nazanim řeḧetî gyanim
ke to netwêra dem bikeyewe
meçore cengî «cem» û «key»yewe
to leçaw xełka wek nêrkî kardûy
em dunyayeyan pê nespardûy
eger etewê daym le pêş bî
ebê be çepłe «helhele»kêş bî
bem şare ełên şarî «řeşeba»
agat lê nebê kiławit eba
bawcud êsta kiław nemawe
lay «elmodekan» seřřûtî bawe
caran serî řût exraye zêy ker!
êsta serî řût buwe be huner
xwa ’aqîbetman be xêr bigêřê
wabê pyawxirap be kes newêrê