kar ta neşêwê nagate saman

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  688 views
kar ta neşêwê nagate saman
«kewa» neykêşî nagate daman
necułêytewe xwên nayete leş
teqella nedey natdirêtê beş
«zirb alimsil»e be zubanî êran
mepirse û lêde le tîpî řendan
«ẍewas» ke tirsî mergî bêteber
naçête derya û nagate gewher
herçî dêtepêş ḧukmî qedere
leřastî qeder xełk bê «besere»
menîşe behoy çon û çendewe
baz le bwara dête bendewe
caran bo mesned bazyan heł’eda
zor car ekewte ser pyawî geda
êsta ew kesey qudret enwênê
be hełmet bextî dujmin enwênê
hendê le nadir boy hełdekewê
be paş qul dêwî zû bo dekewê
xu fermûy hendê çişt ekerhênî
dwayî deybînî ke xêr debînî