pyaw têr bê û çawtêr mende û bêweye

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  596 views
pyaw têr bê û çawtêr mende û bêweye
birsêtî řegî harî pêweye
çon yekê bixiwa û yekê biřwanê
birsî yexey têr egrê bo nanê
pyawî têr agay le birsî nîye
be mał exuřê hîç tirsî nîye
nawî xoy nabû xadîmî wiłat
ke hat bêteber bo xoy tê řohat
diro, şî’rêkî pyawî gobende
ta mubaleẍey tya bê pesende
leber eweye hemû şa’îrîn
ke le diroda hênde mahîrîn
em «řast û çepey» ke êsta bawe
xozge emzanî kê nawî nawe?
destî řast beşî çêşt pê xwardine!
destî çep pîşey tarat girtine!!
êsta «çep» «řastî» xistote gořê
eşê wezîfey destîş bigořê
řeḧmet le gořî «pîrweysî xilk»
ełê «mê» «nêre» û nêr mêngey şilk
eger jêrkewtew, eger harîye
em karesate le bêkarîye
pyaw bê «sermaye», kuştey sermaye
«ba» lew kunewe ta bê sermaye