nałey şew nałî nałdar eşkênê

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  1101 views
nałey şew nałî nałdar eşkênê
zułmî řoj małî małdar eřmênê
henase û zordar befir û hetawe
bawcud êsta baweř nemawe
destî diz biřîn baw bû ta dwênê
êsta destî diz gurz eweşênê
xo babî babî nema lem şare
keçî debînim ker swarî sware
kerekey ’uzêr tenha dezeřê
keřeşêx zorcar le jin depeřê
caran řêy beẍda emende dûr bû
meselî çûnî beẍda meşhûr bû
êsta ke «teren» řêy kirayewe
ew meseleye wergeřayewe
xurmay kurdikuje nawî gořawe
bew nawbirdineyş bawî nemawe
ewetî pirdî zincîr nemawe
dîcle beharan şêtê tewawe
her bew şêtîye ke kef deçênê
etirsim řojê bimanxinkênê
xurma û piřteqał le beẍdawe dê
lêrewe tirê û hermêy bo deçê
her dûla bo yek dyarî denêrîn
boye be xoşî řadebwêrîn
naçarîn hîçman bê yek hełnakeyn
legeł yek pak bîn, her řû le çakeyn
dû dest yekkewn hêzyan pêkbênin
řegî dirextîş lebin derdênin