eger le nwêja řya binwênî

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  669 views
eger le nwêja řya binwênî
xot û xełk û xwa exełetênî
hendê ke «zyafet» be selem eden
çaweřêy heln tołeyêk biden
hendê ke mîwan nanêkyan exwa
ebê «mushîlî» bo bê dwabedwa
pyawê be pyawêk ełê be tane
dwênê xuşkeket çote karxane
ełê çon? beřast eme dête dî?
ełê jinekem be çawî xoy dî
qedrî mang nîye ta degate şew
germa awî sard exate birew
benyadem zadey «qetremenî»ye
ke kewte řûy kar «hezar menî»ye
be bayek hemû ’eyşî bebaye
ke kewtîşe aw wa le xakaye
ewî ezanî bot naçîte xak
mêrdî jin eyba, bîxo be bêbak
kuřit cahîl bê řenicit be bade
mîrat mîqrobî şeřî ewlade
be řencî şanî xot bijî beste
parey mîratî wek çiłkî deste
qumar le hemû fî’lê bedtire
«meḧbûbe» û «şerab» belezettire
ke bîbeytewe qedrî nazanî
legeł dořandit dił piř le janî
em pende xercî pyawî feqîre
dewłemend le kwê emey le bîre