eger beřastî dostî yek nebîn

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  731 views
eger beřastî dostî yek nebîn
hełkirdiman nabê pêkewe bijîn
ke to be dostî xotim nezanî
katêkit zanî ke têm nehanî
byanûy toranit wa le diłaye
ełêy banêke û dû heway tyaye
ke zanîm destit kird be cirit û firit
pêm biłêy sindan ełêm quzelqurit
ke to be sayey minewe «beg» bît
boçî wa dekey pêt biłêm to çît
ke le awêney dêwda xotit dî
řostem û dêwî sipî dête dî
xot da le qełbe bergit edřê
tundî řakêşî hewda epçiřê
pyaw leber çawî espa wek dêwe
boye bew biçûkye lay esp xêwe
ne le berême ne le piştême
bore swarim řo le cêy giştême
hendêkman bûyne pepûley zêřîn
esuřêynewe le dewrey perjîn
enîşînewe û gurc hełdefřîn
wek cil bigořîn wa dost egořîn
em sał em şare bû be gułistan
hatûne seyran polî çawmestan
yaxwa le fîtney çawî bed dûr bîn
ba sałê le naw gelda řûsûr bîn
xwa bîda û qedrî yektir bizanîn
destî yek bigrîn le asmanîn