ke to bexşît û cinêwyan pêday

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 2 minutes  729 views
ke to bexşît û cinêwyan pêday
înca bizane ke merdî xuday
eger pyaw xirap hat medḧî kirdî
ewsa bizane ke to namerdî
karxaney beşer hemûy řeng řenge
boye kuř legeł bawka be cenge
xwa bîwîstaye xoş xû xoş siruşt
yek qałb hemûy wek yek dadeřişt
eger xwa ewî bew nekuştaye
cê nedema lem toze dinyaye
be kes ḧel nekira em giftugoye
hênde dezanim bo keyfî xoye
hîtlerêk dênê eyka be «sefّak»
xoy seyrî eka bêperwa û bêbak
em hemû xwêney pê eřjênê
paş çî! demarî ewîş derdênê
dinyay wêran kird be leqe û gazê
em hemû nazyeyş her bew denazê
ełên har çil şew ejî, kwa waye?
de, çileyşî çû! le birewdaye
bełam ta yazdey temûz emênê
ewsa îzra’îl gyanî derdênî
bizanîn ewsa çîtir deqewmê?
wek xoy demênê aya hîç qewmê?
řojê bayezîd hat xoy hełkêşa
xerqe şiřekey le şet hełkêşa
agirî dozexî ekujandewe
xełkî le yektir eřewandewe
welekê qamçî da le qulepêy
cergî pêy êşa û azar, geyye pêy
witî cehennem ba tîj bê tawî
teř û wişk têkřa bikewne nawî