ewî ezanê siruştî xake

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  775 views
ewî ezanê siruştî xake
hîç bayî nabê, bê ba û bêbake
ewî ezanê qeza le xwaye
gileyî naka û dengî dernaye
ke zanî kirde bê ceza nabê
dił bestey kirdey nasza nabê
bitirse lewey le xwa natirsê
mepirse lewey ke lêt napirsê
pûşêk be, ba aw bitxate ser ser
qurs bî qetarçî natba bo sefer
ke nwêj ekeyt û řêy xwa nazanî
derûn pîsîye û kifrî penhanî
ewî xwanase û kirdewey merdî
lutfî xway heye û nawî ebedî
bê însaf le kwê însaf ezanê
pyawî ekujê bo hegbenanê
zanîn tacêke wa beserewe
be serfiroyî lêy mekerewe
bexîl bî, «ẍile» ẍîlle le milta
mirwarî ebêt be giř le diłta
sexî le xway wîst dawayan lêkird
herçî boy lwa bexşî destubird
řijd, swałker wîstî ew witî nîme
witî were ba swał keyn be nîme
bo xwaperestî ke hewesnak bî
lenaw xełkîşda detwanî tak bî
agirî sitemger zor kem egřê
ah! řiştey jînî załim ebřê
eger dił le řast bêgunah pîs key
ebê peyřewî nefrey îblîs key