hoş û kirdewe wek gyan û leşin

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 2 minutes  666 views
hoş û kirdewe wek gyan û leşin
bo řêguzaran dû çiray geşin
hoş dirextêke kirdewe berye
le biřanewe, berî, berîye
azarî xełkit ke le diłaye
le asmanîş bî pêt le giłaye
pyawî be azar wek dûmeł waye
bayş le leş derka êşî her tyaye
zamî tîẍ çarey dêt be dewayê
birînî ziman sarêjî nayê
ewî heyetî û çawî têr nabê
«helْ mînْ mezîyd», yaxwa her wabê
dewłemendî řijd řencî be bade
nazanê mîrat şeřî ewlade
hendê le çawke û çawge ekoşin
tînûn le xewda aw hełdelûşin
ew tořey řawker masî pêdegrê
ke zorî piř kird qułfî epçiřê
legeł dû kesda heł naka însan
dirawsêy bed û jinî naferman
sê çiştîş başe bo xoşî cîhan
bê kînî û wefa û sûkî guzeran
çwar çiştîş bawe wek diroy nîsan
dwayî her çwaryan ekewne meydan
zuhdî řyayî û xełkî tefredan
diroy nabeca û zor xohełkêşan
pênc çişt bênecê eger be kełkî
dost xoşwîstin û nan dan be xełkî
diłêkî pak û zimanêkî çak
řast û řewanî pêy dejît bêbak
egîne hênde hewł û teqella
xew û xorakit nahêłê le la