ełên bêstûn ’eşq le binî kend

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  689 views
ełên bêstûn ’eşq le binî kend
ferhad şoretî zorî bazûy send
řostem kerê bû le sîstan da
fîrdewsî ewî be «yel» nîşan da
’enterî pê pan, mêmłî xiřnûk
çon dastanî kewtiwete kerkuk
feqê ḧemdê bû le dareşmane
herçî hełdesê êsta babane
etgut hewraman, hey hewre aman
hewre tirîşqet wa le asman
lelayan wabû ke san bicmê
be řim ḧesarî beẍda eřmê
ełeman le pêş şeřî gewreda
eyangut legeł asman dewr eda
her «el’eman» bû ledest ełeman
kełeme kira wêney gay tałan
her çend ke emřo petî piçřawe
piçir piçře, la hełpiçřawe
emsał «kirîsmîs» kewte naw cejnan
zaten demêke mîlade sałman
«pwasun, dawrîl» kon bû lêy têr bûyn
kernevał ma bû, wa ewîş fêr bûyn
dîsan bemaneyş naḧesêynewe
eçîne beẍda herwa dêynewe
metirsin le şeř ke şer awse
ke zistan řoyî bay dar awse