dinya deryaye xaşak besere

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  858 views
dinya deryaye xaşak besere
jêrkewteyî bo duř û gewhere
şaxdar be şaxdar xoy daye qełem
terzey şûreyî kirdî be hełem
bê şûreyye û xetay sûreye
keçî be zuban le xoy dûreye
bedgo le pyawî be namûs edwê
deste çewrekey le xełk hełeswê
xoyşî wek kasey çewre bêbake
gazrî naye meger be şyake
yarêkim heye zor bê beqaye
şêwey řeng řengî çwar fesłî tyaye
gahêkîş be xû ew kiław lare
nêr û mê debê wêney kolare
çerx û felekî cejin danra
her kursîyekî be yekê dira
kewte geř û xul wek çerxî dewran
yek le zemîn û yek le asman
keçî be sûřê legeł kewte geř
serûy xiste jêr, jêrûy xiste ser
le karî dinyay ladam destî zor
kem desełatî kirdimye ḧełał xor
egîne dinya le dest nadrê
heta cigre terk nakirê
pişîle ke demî negate ciger
ełê tał buwe be delubîber
xwanasîş çiştê zanî ḧerame
demî lê nada ełê: bê tame