we’deyî fermû ke bête kulbeyî eḧzanî min

From the Book:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
By:
Ahmad Mukhtar Jaff (1896-1935)
 1 minutes  927 views
we’deyî fermû, ke bête kulbeyî eḧzanî min
bełke řoşin ka dû çawim yosfî ken’anî min
labe tuxwa piřtewî şem’ û çira, lem meḧfele
çunke emşew hate meclîs mahekey tabanî min
eşkî çawim carîye daym le hîcrî qametit
bełkû bête naz û lence serwekey bustanî min
seyrî çend şête tebîbim her mudaway min eka
çunke nazanê ke maçî dulbere dermanî min
pêy witim bem tîẍî ebrome sibeynê etkujim
to ebê şad bî ke bûyte qoçekey qurbanî min
sayeyî gêsûy çelîpat labde cana le řût
boç be zułmet da’epoşî çawekem qur’anî min