ewsa ke řê û ban ebwe teq û dew

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 2 minutes  697 views
ewsa ke řê û ban ebwe teq û dew
wirde şatrî ekewte ser řew
«xiřa’îmçun» bo řêy selefî dûr bû
dû dest be tałe bo şarezûrLocation
destey mazûrî ke řewî ekird
kem firset le dûy hew hewî ekird
dwayî ke ewan egeřanewe
le şwên ḧew ḧewkêş egeřanewe
be dyardî dyardî ebû be hewa
kunemişk ebû be koşk û sera
êsta em hemû selefe ekřê
nawî îmçun û qeyar nabrê
otomobêle!! wiłax nemawe
qeyar bo pyawî bêgane bawe!
nałbendî kewte dest westay geda
hendê le nał û le bizmar eda
řojêkîş ebê be kolke bizmar
destî kołî swar bibê kołewar
serdemê kilkyan kird be behane
wa êsta modey kilk hełkêşane
mayse û germey gezo barîne
le kê denîşê mêş em hawîne
le sînemada «ryo»m dewrey zû
ke bawî «bawefîl amedî» bû
ke etgut fîlî yek dest amede
bo dest hełbiřîn yekser amade
le paş yek deste yek dest û yek pa
dahat û kursî bextî bê çespa
zoryan la xoşe em cirit û firte
bełam ax hewday hîwa zor kurte
her wek kurtanî kerî cecałe
be şew edrwê be řoj betałe