mangî řemezan hatewe bo bextî şeřî min

From the Book:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
By:
Ahmad Mukhtar Jaff (1896-1935)
 1 minutes  702 views
mangî řemezan hatewe bo bextî şeřî min
řeng zerd û ze’îfe gułekey sîmberî min
bê bade û bê saqî û bê berg û newaye
meḧzûn û perêşane diłî derbederî min
ger bêt û derim key bexwa řojê dûsed car
her xakî derî toye nîgar tacî serî min
fermûy be min êstake le ẍem zar û ze’îfî
ca layqî bo ḧełqeyî dewrî kemerî min
yarim be nezaket witî derdî diłî zarit
dermanî nîye ẍeyrî lebî wek şekerî min
lew řojewe wa dulberekem řoyîwe xełqe
bê nûre leber girye û zarî beserî min
bulbul wekû eḧmedPen name nîyetî zemzeme û şor
’alem hemû bêdare le nałey seḧerî min