em fesłe kewa dełên behare

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 2 minutes  671 views
em fesłe kewa dełên behare
hewr û hetawî bê’î’tîbare
xwa em çwar fesłey boye wa dana
ke î’tîbarî pê neka dana
hîç kesê leser ḧałê namênê
kwa ew melîkey zîndû bo dwênê
însan le nisyan dirûst kirawe
mirduwekey dwênêy lebîr nemawe
mirdûy ’areqyan birde ser qebran
pêkêkî tiryan zyad kird êwaran
’areqxor biłêyn wa xoy pêy demrê
mał wêran keran çaryan nakirê
hêşta meramî xwa ḧel nekirawe
em xełkey boç wa le yek berdawe
eger meramî wa bê bizanîn
ke kes nagate meram û fanîn
ca boçî ême begij yekda çîn?
emeyş ezanîn şêlgîrtir debîn
ta fen bigate endazey tewaw
ẍazî mixinq û bomba dête naw
ke wa bê ta min le hîç nazanim
ebê be mayey řeḧetî gyanim
oxey le qeydî ’eqła wa kasim
şa: be sepanî xelem nanasim!!
zewqî bêqeydî le sînemaye
menzerey dinya lam sînemaye
bayezîd leber êşî bizûtê
witî: teř û wişk têkřa bisûtê
be dînî îslam bed nayete řê
pendî sefsetey jîn çî le dest dê
bełam her wabîn şarî kwêrane
kes kes nabînê şeře goçane