xwa ke şew dênê řoj ebatewe

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  919 views
xwa ke şew dênê řoj ebatewe
perdey tarîkî da’edatewe
mebestî waye ke bo beyanî
řojit lêbuwewe qedrî bizanî
hendê be tînê yaxo be qînê
şemşemekwêren çawyan nabînê
hendê wek çawî neşoraw pîsin
xercî şyake û kutanî lîsin
her qînit hełsê û fincan bişkênî
bo pyałeyekî ça dademênî
xo dił şikandin lewe xiraptir
řojê etkutin wek cawî gazir
xozge pyawîş wek şerab bwaye
be konî neş’ey zyatir bidaye
keçî min kon bûm bûm be serewîr
pîm ełên: «axirc ya zuc alkibîr»
sałe û sał zewî nwê ebêtewe
gij û gyay legeł ebûjêtewe
ke zistan řoyî îtir newroze
bulbul le ’eşqî gułda be soze
beşî dû sałman le newroz daye
yałła kuřukał sa werne kaye
muḧerřem şîne û sefer dawaye
her řemezane cejnî le dwaye
xwa qedrî «qedir»y xiste řemezan
wek kurde neyken be xwastî jinan
ba mangê çawî şeytanman kwêr bê
lenaw xoman da pîşeman xêr bê
egîne tewrî «nadir awêne»
bo goşt be «xele» ḧeqewesêne