ejdeha, katê hate hełkêşan

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 2 minutes  710 views
ejdeha, katê hate hełkêşan
tewqî ałtûnî deken be nîşan
çinar ke zil bû ewsa eybiřn
hewda dirêj bê bo daw eypiçřin
etewê bedkar le koł bêtewe
du’ay bo bike zû berizbêtewe
gunah wek zirê leber ekirê
řêy karî tîrî du’a ebřê
xwa mela’îkey şeřî danawe
keçî lay beşer bedkar bednawe
’îzra’îl pîşey her gyan kêşane
keçî xadîmî ’erşî řeḧmane
xêr û şeř hemû be dest xoyetî
nefam le nawda çiłuçoyetî
xot hełmekêşe ey zererpîşe
be azayî to nîye em îşe
to giłimtikêkî naçîz û bê kełk
destî qudrete ethawête xełk
ke «êzed» wîstî le koł bîtewe
be mîzî mindał etwêytewe
çirayêkî nûr xwa hełîgîrsand
nefam fûy lêkird! řîşî xoy sûtand
etwanin małit le dest wergirin
natwanin řêgey lay xwat bibiřn
ew dewłetey lêt nadzirê ’îlme
ewey le şeřit la eda ḧîlme
metanet wefa û ’ezmî têdaye
aw têdepeřê û zîx le cêdaye
mindał leserxo pêdegrê û deřwa
bersîle be sebir ebê be ḧełwa
baxî çwarbaxî eḧmed paşam dî
êsta xewêke bom nayêtedî
çwar ciłd te’rîxî emîn zekî beg
namrê û nařûxê be zorî felek
ḧacî begîş bû be wesîley xêr
ew awe cwaney exoynewe têr
îtir bizanîn lemewdiwa kam pyaw
asarî xêrman bo dênête naw