bûke baranê kewte kołanan

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  869 views
bûke baranê kewte kołanan
xoy kirduwe be bûk tinokî baran
deẍił û dan milkeç, ’ellaf bedemax
hejar wişkeřo, dewłemend çalax
seyranga cêgay nwêjî barane
coşî giryan û firmêsk barane
xetîb fermûye ke dîn nemawe
ẍezebî xwaman wa lê gîrawe
hełpeřkê û seyran ke kewte şarê
le batî řeḧmet ẍezeb debarê
seyranker minim û wa’îzîş ewe
lêk nakirêtewe em řoj û şewe
boç tenha ême bê baran mawîn
ke wa fermanî kifryan dawîn
ya řizqî ummet her be barane
ke wabê tenha baran xwamane
kes ew bê, kese ke le bêkese
nehrî hełqułand bo ême bese
eger xwa řizqî be nwêj bidaye
eşya ẍeyredîn nanî nebwaye
ne řizq be dîne û ne mał be zanist
arezûy xwaye û řojî řoy «elest»
zor kes me’aşî zorî dête řê
hate wergirtin řêy lê degořê
lay çawî saẍî boy ejmêrin
diz bo lay çawî kwêrî enêrin
keweke witî be bazî eḧmeq
neynêyte tebeq meyêje sedeq