şêre befrîneyş wa twayewe

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  732 views
şêre befrîneyş wa twayewe
bo otombêl řê kirayewe
zor kes bo befir çawyan řiştuwe
zorîş le hîwa destyan şiştuwe
kwêr takû demrê be hîway çawe
lîstey ya nisîb zorî nemawe
dîm bûkyan hêna bo małî zawa
le ser mareyî birdyane dwawe
sałêk meb’ûsê ře’îy bo dira
keçî yekêkî tir daxił kira
nisîb û qismet ’îlmî ẍeybîye
eswed û eḧmer çabûk destîye
îmsał meb’ûsî êncey penhane
’îlmî ẍeyb zanîn layq peryane
yekê şemaley bo egrêtewe
yekê danûle ebeşêtewe
be zîndexewî piř û pîrêjin
zor kes be seyran bo beẍda eçin
wityan: to binû, bîbîne be xew
witî: le tawan xewm nîye şew
xwa le mecnûnî pirsî sewdaser
’îbadetî çît hênaye meḧşer?
witî: hênd ’eşqî leylam lela bû
le kwê hoşim lay xway te’ala bû
le ademewe ta em zemane
řêgay xêr û şeř be dest jinane
kone demaxan herwa nadanin
hîç qedrî cînsî letîf nazanin