zistan şeware bû be çiray newt

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  692 views
zistan şeware bû be çiray newt
zor kes be hawîn be şeware kewt
be çiray gerçek yektir nabînîn
boye wek çiray gerçek bê tînîn
şewqî kehreba hate kayewe
com bo le kada neşarayewe
yekê le «kifrî» le řê kifrî kird
xełq be xêrewmend nawyan ebird
yekê xêr eka bo řêy xaneqa
keçî bê’însaf kafrî deka
şêxî bayezîd naḧeqî nebû
fermûy wişk û teř ba bisûtê hemû
qeza û naḧye û mektebekeman
hemû şaẍîrin nakirête xerman
dunyam le bamye û biryanî piř kird
hêşta «bisim alle» bismîllay nekird
herçî bayncanxor bê le jûre
«bisim alle» were toyş lêy bibûre
takey em çerxe wa çep degeřê
takey keredêz be co dezeřê