cûcełe dû xûy be ême dawe

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  805 views
cûcełe dû xûy be ême dawe
ke bêyn pêş kewîn bo pêman dawe
yekê ke serî le hêlke cûqa
twêkłî şiř deka le jêr denduka
duwem bê de’way mîratî bawik
yektir kwêr deken be şeře dendûk
êmeyş ew xakey cê siruştimane
jêr leqey edeyn, xu û řewştimane
deřwanî hîçman le nawda nîye
ewman legeł ew bo şeř şeqîye
kewîş xûyekî xoy pê bexşîwîn
dyare bo ewe şaystey dîwîn
kew debene řaw be fêł dexwênê
hawcînsî xoyan bo kuştin dênê
êmeyş tesbîḧ û zîkir û îstîẍfar
keçî keşkołman piř le îstîxbar
debînîn birsî û kesîre û kizîn
danman edenê destyan degezîn
be zeylî zeylîş nayêyne jêr bar
«zeyl» dirêjey best wek řojî behar
ta nebřêynewe ew nabřêtewe
wa dyare ta dêt etenêtewe