cêgay teng bûbû emcare jyan

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  785 views
cêgay teng bûbû emcare jyan
gałte kewte pał pendî pêşînan
pyawêk jinî mird qulêkî hanî
wityan çon legeł qulda etwanî?
witî: bo matem pîşey dêrîne
serapa bergî tazêdar şîne
min bergî řeşim kirdeber cêye
ke matmigîrîy ’a’îd bewêye
min segim dîwe leserenwêlk
qepałî degirt legoştî tûtik
destim dermanî ser zigî qebze
xamem ڕەûەانە şarezay nebze
sêbeřu...#maynêkî borem bû swarî debûm
řojê be îşêk bo dêyek deçûm
nizîk awayî jinêkî nazdar
bangî kirde min witî: boreswar
sêbeřo darim aramim nîye
le to depirsim dermanî çîye
witim lem derde řisgarit debê
eger bê û diłî min bênîte cê
witî: naçarim diłit bênme cê
bełam yaxwa toyş emet bête řê
har û mar «widim»y bawe şaban bû
her çî har eygirt bo ewê deçû
legeł peniçkê nanyan bo decû
nûtkî dehawîşt řisgarî debû
emende harumaryan çak ekird
keçî «şapyaw»yan be gurgî har mird
ḧekîm le derdî kesî xoy kołe
boye xizmanî dekewne bołe