be ḧuştiryan wit: xwa kuřit batê

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  1081 views
be ḧuştiryan wit: xwa kuřit batê
witî: min bê bar namênim satê
ta kar neşêwê nagate saman
wexte bo hengiwîn biçme hewraman
awî payîzan le befraw eka
ewî têr nexwa çî le aw eka
şarê bêkarî jûr bekar kewê
pyawî pyaw hergîz têyda nasrewê
dêy firekwêxa awedan nabê
pyawî zorbiłê nuktedan nabê
herçî xełk le jûr xoyewe bigrê
ewî deynasê leberî demrê
ewî be loqe řêy dost ebestê
ba be loqîş bê! zûtir dewestê
hewa perestî hênd lûtî berze
lûtî ebête kołkî terze
yek dił û yeksan çend xoşe yaran
bê xem, bê perwa le terze û baran
pênc û dû řojê dinya řabwêrin
duşmin le pirdî namerd hełdêrîn
bełam wek destiman xoyşiman biławîn
yek nagrîn boye wa bê kiławîn