ew deme bextim lê bû bedujmin

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  973 views
ew deme bextim lê bû bedujmin
ke kere dêzem bû be řimûzin
ew deme hoşim lê şêwa û westam
ke herçî hełsa witî aş westam
xizmetî dekem hêşta lêm sarde
toxwa melagel! emîşe arde?!
dewłemend parey bekes nedawe
pareperestî eřwa le dwawe
ewî pêy ełên: wa biřo deřwa
be hîç qewlêkî nakirê biřwa
ewî ciłewî xoy daye des xełk
nawî nirawe zebûn û bê kełk
zerdewałeman carê ałozand
nanî şwanman xward, gewcîman nwand
le her dû lawe tûşî ceza bûyn
temêman nexward dîsan têhełçûyn
tarîkayî şew êware dyare
ełên xakekey bede em şare