ełên řemezan laqêkî deye

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  1128 views
ełên řemezan laqêkî deye
kê dî bizanê sê laqî heye
le mizgewtanda kewtine «aluda’»
řojûyan terand be «wega’ wega’»
hênd lêy tûře bûn be şeř û hera
le qapî sera hêcgarî tora
«لیلەالقدر»yiş ebřêtewe
wek kabray kurde xerc ebêtewe
boç wityan řojû êskî girane
be çayêk řoyî ew bestezmane
řojû û kirîsmîs geyne serî sał
her dû pêkewe geyîştine mał
çerx û felekman bo hełxirawe
bełam kes hêzî gujmey nemawe
řast bêj her beşî pilar û pełe
dewr dewrî dewrey mayne çeqełe
«ferz» girane ḧez le sunnet ekem
ke řojû negirim parşêw boç nekem
řojî bîst û pênc şayî loẍane
be tilî lîlî çûn bo toy yane
paş cejnê bo min ełławirmane
bełam barane û cêga nermane
«jyan» ełê: kê gwêy le dengimane
parey abûne bika be cejnane