salim

(1800-1866)
From the Book:
Mêjûy Edebî Kurdî
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 28 minutes  4333 views

deste gułêkî ser mêzî sabatî binemałey «saḧêbqiran» , awêneyekî bêgerdî ber hetaw bo danewey karesatî dewrî turkekan. meftûn be ’en’enat û desełatî xanedanî xêłekey «baban» , şeyda be piřşe piřşî estêrey geşî asmanî ew řojey kurdan. gahê le derd û nałey cestey, zarîy egeyşte gumezî gerdûn, gahê be sozî ’eşqî diłarayewe řazî ekird le şax û şî û le hamûn. meydanî tawî espî şi’rî hendêkî bo xemřewênî sozî dił buwe legeł diłbera. hendêkî bo ser biřînî dujminî naḧez buwe le sengera. hendêkî bo derbiřînî felsefe buwe le deftera!... çerxî felek ke geřawetewe xistûye kořî şînewe, bîrî le piř fiřîwe serewjûr le asmanî şînewe, hênawye gułdeste şi’rî xałî le kem û zorî kînewe, bo derbiřînî xawenî xoy belay merdimî serzemînewe... perêşan û derbeder, şarangeř û xemleber, diłî birîndar û leşî bîmar, felek zedey des řozgar. be nałe bû bo mełbendî, be arezû bo diłbendî, car car besoz bo ayînî, hendê wextîş bo wirdibînî...

em şa’reman ke qisey lêwe ekeyn nawî «’ebduřřeḧman»e û kuřî «muḧemmed begî qerecehenmî», kuřî «eḧmed beg» û le binemałey «saḧêbqiran» û amozay «mistefa beg»y kurdîye. le sałî 1800y mîladî le şarî suleymanî hatuwete dunyawe. wekû hawserekanî xoy le ḧucrey feqêyan xwêndûyetî, bełam tewawî nekirduwe. zor ḧezî le dengubasî edebî kirduwe, zortir wextî be xwêndinewey dîwanî şa’rekan û serguzeştyanewe řabuwarduwe. betaybetî meftûnî şi’rî «nalî» û «kelîm»y hemedanî buwe. her çende le şi’rekanya zor car basî diłxiwaz û widłilêçûn eka, bełam wa dernekewtuwe ke diłxiwazêkî taybetî bûbê. be qisey hendê kes ełên: diłî çuwe le «behê» nawêk le xizmekanî xoy û ew buwete hoy serçawey şi’rî. welê ewî zortir biřway pê bikirê bêcge le dîmenî xwa kirdî şarî suleymanî, têkławbûnî dostayetî berey saḧêbqeran buwe legeł babanekana. ke estêrey bebe ekewête lêjî û sitemî řomîyekan řoj be řoj her zyatir ebê, lelayek be řûxanî berey baban, le layek be têkçûnî karubarî suleymanî, em dax û derde ebête hoy ewe agirî binaẍey şi’irdananî- ke le xwêndinewey şi’rî şa’ranî pêş xoyewe buwe -tîj bika û betewawî ser birête kořî şi’rewe. legeł eweş ke pyawêkî diłteng û zortir le leşda nexoş buwe, bo xoyşî «salim» eka be nawî şi’rî. gelê car hatuçûy sine û taranî kirduwe. hoy eweyş le layekewe dîdenî kirdinî buwe le xizmekanî kurdistanî êran, le layekîşewe kirdewey turkekan beranber be suleymanî zortir naçarî kirduwe bem hatuçûye. ke çuwete taran lewêş dîsan tûşî ew êş û azar û dest beserîye her hatuwetewe, wekû ew dax û derde lew şi’reda hełeřêjê ke ełê:

xozge emzanî le tarana necatim key ebê?
koy yarim «meşhed»e ya menziłim her «řey» eyê?!

«salim» wekû le barî asayşda bêbeş buwe, mał û miłk becê hêştin -le dest sitemî fermandaranî wext- xistûyete ser ewe ke be hemû şit bisazênê û gwêy be hîç kemukûřîyekî jyanî neda, we îşî xoy řûbeřûy kirdigarî xawen gerdûn bikatewe, wekû xoy ełê:

’aqîbet bê wek «ẍiznifir» dujmin er xwênim bixiwa
piştî ew eşkênê pencey şêrî gerdûn ’aqîbet
tengidestî dewłetî le dwaye «salim» mujde bê
şadmanî dê le paş eḧwałî meḧzûn ’aqîbet

bem core jyane tałe piř le derdîserî û nakamîye, salim řojgarî řa’ebuwêrê, ta le dwayîda wekû xoy awatî xwast le taran řizgarî bû. koy yarî ne meşhed bû ne deştî řey. le 1866y mîladî le temenî 66 sałîda bin dar’erxewanekanî «girdî seywan» le suleymanî bû be yarî ebedî!. boye her carê hawarî le taran ekird, çunke şewekanî kurt bûn, ebwaye beyanyan hełbisayetewe û xoy bidayetewe be dem cewr û sitemî řozgarewe, bełam şewekey girdî seywan boye ełhay bo ekird, çunke dirêj bû, agay le çerxî fełek. ebřa, wa be awat geyşit!.

salim pyawêkî bêhêz û lawaz buwe, bîrî le şit zor kirduwetewe, ẍem û pejarey nefsî ewendey tir karî têkirduwe, zor kem leşî saẍî be xoyewe dîwe, legeł eweş le katî gencêtîda kuřêkî şox û şeng, swarçak û tifengiçî buwe, cilubergî cwanî pê xoş buwe, le qendekêşana teyî’etêkî teřî buwe, ta le suleymanî buwe seyranî «serçinar»y zor pê xoş buwe. ke kewtuwete sałewe emaney hemû gořîwetewe be matemî û derwêşî. jyanî le suleymanîda zor pê xoş buwe, bełam cewrî řomî ew jyaney lê tał kirduwe û derbederî kirduwe, ta dwa henasey jyanî her be ah û nałe buwe çe le dest nexoşî çe le dest cewrî zeman.

le şi’rî bêganeda bêcge lewe ke diłî le wirdekarî «kelîm» çuwe, meftûnî şi’rî «ḧafiz»y şîrazî şibuwe, leber hatuçû kirdinî bo taran û wiłatî êran fêrî eweş buwe ke wişey farsî bixate şîrekanyewe. bełam min lam waye salim boye way kirduwe çunke zimanî farsî be netewey zimanî kurdî danawe, boye wişekanî kirduwe be małî xoy. herweha le ’erebî û turkîşda destêkî başî buwe. belayewe serberzî buwe ke nawî «kurd»y le şi’irda hênawe. her çende le derîşewe bûbêt, her zor paybendî wiłatî baban buwe. le şi’irda ẍiramyatî zor behêze û gelêkîşî ḧez be «cinas» û «tişbye» kirduwe. fîkirî wirdîşî xistuwete kar, betaybetî ke dête ser basî baban û turkan be corê bast bo eka, lat wa ebê kewtuwete şirîtî sînemawe û to danîştûyt seyr ekeyt.

salim le tafî cwanîda ke dête meydanî şi’rewe şořşêkî ẍeramî exate nawewe, be şaẍezełekey basî ew meygêřet bo eka ke îlhamî ew şi’raney pê peyda kirduwe, ew meygêře ya «behê» taybetî, weya dîmenêkî cwanî yekêkî tir bûbê, buwe be hoy ewe ke salim em ẍezełey bika be gułdeste û biłê:

[1] saqî le perde derhat camî şerabî hêna
dił xîre ma le ḧîret meh aftabî hêna
[2] yek zeřře ’eksî piřtew derkewt û tûrî sûtand
awêne sextiřû bû, lew ’ekse tabî hêna
[3] tîmarî çakî sînem řacî’ be çawî meste
bextîş mwafqî ’eşq bo min xirabî hêna
[4] yarim le enderûn hat, destî řeqîb le desta
ẍemnak û şadmanim, řeḧmet ’ezabî hêna
[5] bo tewbe «swî misicd» hatim biçim le řêda
bo koyî meyfiroşan ’ezmim şitabî hêna
[6] řû her le min epoşê wa ḧałîye ke cubrîl
her xasse bo min û ew, ayey ḧîcabî hêna
[7] wey wey çe meclîsê bû dwênê le debdebey dił
diłber şerabî gêřa «salim» kebabî hêna

[1] ełê: ew meygêře kitupiř ke lew dîwî perdewe be pyałey şerabewe derkewt û hat dił le sersamî eweda - mang ke řûmetî meygêřekeye hetawêkî hêna û ew nawey wekû řoj řûnak kirdewh- hîçî tirî pê nekira tenya ewe nebê ke wird wird seyrî ew karesate û em dîmene bika. salim lem şi’reda wirdekarîyekî seyrî nwanduwe, le layekewe leser řewştî şa’rekan hênawye řûmetî ew diłxiwazey kirduwe be mangî çware le katêkda ke le kel ser dênête der, boyeş kirdûye be mang bo ewe çaw bitwanê seyrî bika. le layekî tirewe ełê ew řûmete tenya bo ewe bitwanrê temaşay bikirê mange egîne řoje, ke derkewt dîmenî kurey řojî hêna bo ewe ew nawe řûnak katewe. bełgeş bo em qiseye eweye ke ełê:

[2] her ke tozê le wêney piřîşkekey derkewt, leşî min ke le qayîmîda wekû kêwî «tûr» waye sûtandî, dyare řoj şit esûtênê, ne mang. dîsan ełê: awêney diłî min ke wêney ew diłxiwazey têda derkewt, ay çend qayîm û sext bû ke twanî erkî wergirtinî wêney ew dulbere berê beřêwe û neşka!.

[3] herweha singimkihşiwênî diłme, bihewê giriftarbûnî bedest ’eşqî ewewe parçeparçe buwetewe û dermanekey wabe çawî mestîyewe. herke seyrêkî kirdim leber ewe ke wa ezanim ewe řûy diłîtê kirdûm îtir çak ebmewe, bełam çun ’eşqekem leber ewe ke ’aşiq beyekêkî befêzbûm ’eşqêk bixrape bextekeşim herwehabextêkîxrape, egîne yarim layekîlê’ekirdimewe.

[4] ca em yarem ke le enderûn - ḧeremsera - hate derewe destî řeqîbî le desta bû - ke şerabe- boye ełêm şerab řeqîbe, çunke lam waye min û şerab her dû ’aşiqî ew yareyn; min be řûmetî, ew be lêwî! bełam ew goy hunerekey xoy derkird û destî xoy xiste naw destîyewe bo ewe ke min bedaxewe seyryan bikem!. lem dîmene hem xembarim hem şadmanim; şadmanim çunke mayey kameranîm- ke yarme - le pişt perdewe derkewt, xembarim çunke eşkencem berçaw kewt ke řeqîbme.

[5] hestam biçim bo nwêj kirdin û îtir tewbe bikem le hemû îş û karê, ke çî le řêgeda temaşam kird wa yarim xerîke şerabî ’eşq û cwanî efroşê, peşîman bûmewe û bam dayewe bo lay ew!.

[6] em yare be ’îşweyem zor seyrî heye, her xoy le min eşarêtewe û xoyîm pîşan nada, lay waye cubre’îl ayetî «welْyezْrîbْne bîxumurîhînّe ’eleyٰ cuyûbîhînّe ûەلەا yubْdîyne zîynetehunّeArabic » le ayînî îslama her bo min û ew hênawe!.

[7] ay dwênê le baregay diłda çe kořêkî xoş û germ bû!:

diłber şerabî ’eşqî egêřa û «salim»yiş diłî buryanî- ke sûtawî ew ’eşqe bû - kirdibûy be meze û be kořekeda eygêřa!. beřastî lêreda salim le belaẍet û felsefew teşbîh û ẍeramyatda topî hunerî lew meydaneda be gurcî û çalakî fiřanduwe. salim le meydanî felsefe û tesûfda ke espî xoy taw eda, lat wa ebê ke taqe swarêkî ew meydaneye û be bîrêkî wird û be şi’ûrêkî xełwetnişînî, hemû kelên û qujbinî pişkinîwe, bełê pişkinîwyetî û kitupiř dêtewe û ełê:

leber te’mîrî em wêrane cennet miłkî adem bû
ḧeqîqet padşahîy kird «wilîkin» muddetî kem bû
xuşa eyyamî giryanim le xakî ke’beyî meqsed
hemû qetrey siruşkim bo şeref wek awî zemzem bû
xemîrî xakî min ewweł be baranî fereḧ nekira
cwanî û pîrî û tiflîm, seraser cumlegî ẍem bû
leser sebzey çemen yarî suhaqeddem ke cîlwey kird
le secdey xałî lalêwî, benewşe gerdinî xem bû
be qurbî xełwetî diłber nenazî ey seba zînhar!
le cêy to pêştir «salim» demê hemřazî meḧrem bû

salim lêreda zor qûł řoyştuwe, ême tenya le dû şi’ir, lem biře şi’rey ekołînewe lepaş wirdibûnewe ewanî tirîşî pê der’ekewê. yekmyan «leber te’mîrî... hitid»

ełê: leber awedankirdinewey em cîhane wêraneye bû ke beheşt kira be şwênî koşkî padşahî «adem»; leber ewe bû ke dunya ebwaye bibwaye, bełam wêran bû be xirape kirdin û diroznî, be çandinî tûy nakokî û xwanenasî, be biçřanî şîrazey îsłaḧ le hemû şitêkda, ew, ew erkey xirabuwe ser ke dunya awedan katewe be nehêştinî emane û gořîneweyan be çake. bełê padşayekî paye berz bû lew şwêneda, bełam leber ewe ew erkey pê hełnegîra, mawey ew padşahîyey zor nebû, xêra lewê hełyangirt û xistyane ew wêraneyewe ke eweł car temay ewyan pê bû awedanî katewe.

lepał emeda şa’ir le şi’rekeda mecazêkîşî bekar hênawe, ełê: leber awedankirdinewey em leşe wêraney mine bû - wêrane bû leber ewe ke yarmî têda nebû - diłim ke beheşte bû be miłkî adem ke yarî xoşewîstime; diłim beheşte, çunke eger twanî be xeyał wêney ew werbigrêt ewende xoş û keyfixoş bû wekû beheştî lê hat!. beřastî yar lewêda padşayî û fermanřewayî xoy kird, bełam daxekem mawey zor nebû, çunke neywîst zorî têda bimênêtewe, newîst ne diłim bibê be beheşt be hoy manewey xeyałî ewewe têyda, we ne leşim awedan bibêtewe be hoy fermanřewayîyekeyewe le hemû şi’ûrêkma!

dûhemyan: «xemîrî xakî min... hitid»: ełê: le seretawe ke xwa wîstî adem dirust bika cubre’îlî xiste ser em dunyaye le her sûçêkewe mistê xołî hełgirt û birdî kirdî be kogayek, lepaşa fermanî da be deryakan, deryay tał û şîrîn, swêr û xoş, hełmyan berz buwewe bû be pełe hewrêk, pełe hewreke letaw gûşînî twê twêyekanî hewa, destî kird be giryan û çend diłope firmêskêk ke lew awe xoş û naxoşanewe pêkewey nabû hełîřjand. ew baranî firmêske kewte ser giłekey adem û bû be quř, lepaşa adem bû be adem. siruştî min ke le netewey ademim, lew toze quřewe peyda bû ke awekey le hełmî derya swêr û naxoşekewe pêk hatbû!. ca leber ewe zemanî pîrî û cwanî û mindałîm her kam to bîgrî her be naxoşî û xem û endûh goş kirawe!. dîsan lem şi’rewe der’ekewê ke salim le hîç perdeyekî jyanî xoy řazî nebuwe û hemûy lejêr barî ẍemda řabuwarduwe.

salim lew biře şi’reyda ke dû şi’rî seretakey ełê:

zewreqe dił, dîdeye derya û merdim naxuda
coşî xatir wek şepol û ẍem neheng, lenger cefa
can musafir, tacre ahim, tîcarey ten meta’
gemye ẍerq û dûre saḧîl, dił le řêy bîm û beła

teşbîh û wirdekarîyekî zor bałay be pêy diłî pejarey kirduwe, hênawye şitumekî deryay hemû amade kirduwe bo ewe lêy bipeřêtewe û řizgarî bibê le derd û endûhî ew jyane ke têdaye, legeł em hemû teqelayeş her řizgarî nebuwe, ełê:

çawim leber lafawî firmêsk buwe be deryayek û diłim gemye biçkoleyeke beseryewe, gemyewanekeyşî merdime, mebestî bew merdime dostêkî taybetîye ke buwe be hoy em serlêşêwaney û bem core destecłewî diłî girtuwete dest. ẍemekem ke nehengêkî tirsênere bew tekanane ke eyda şepolêk- ke pejare û endûhih peyday kirduwe. lenî lengerî em nehengeş cefa û cewre, ke emaney pêk hêna pêwîste şitumekêk lem keştîyeda bibê, ełê:

bazirganeke lem keştîyeda ah û henasey piř êş û derde, çît û kûtałekey leşme ke be baya eda, gyanîşim ke çît û kûtał nema ebê be karwançî, bar eka û eřwa!. desa xwaye çarêkim bike, çunke ewane hengî ẍem xerîke ke şitî diłim nuqim eka, qeraxî deryaş dûre, em keştîye natwanê bîgatê û xoy řizgar ka. be kurtî dił kewtuwete naw tirs û lerzî beławe!. lêreda ewey şayanî bîrî şa’rêkî dunyadîde û xeyałbaz û felsefeçî bê, neytiwanî we xoy le dest salim řizgar ka, we bigre lewaneye her tenya salim twanîbêtî bem hemû teşbîhane karwanêkî xeyałî û deryayekî xeyałî dirust bika û bew core byewê lêy bipeřêtewe.

***

salim ta êsta xoy dabû be dem bay heweskarîyewe, car car ewe bû le meydanî felsefe û tesewuf û wirdekarîşda çalakane espî xoy taw eda. em deştaney hemû biřî ta geyşte ew meydane ke nîştimanperwer û mêjûnûsekan esp û qełemî xoyan tyaya exene kar. aya salim etwanê lew meydaneşda goy huner derka?. min lam waye salim lew çerxe û lew şwêneda ke tyaya jyawe bilîmetêkî ew meydane buwe, çunke dênê karesate benawbangekey «’ezîz begî baban» legeł řomîyekana be 85 şi’ir eyxate şirîtêkî sînemawe; le koşkî şarî suleymanîda tirûske le hemû řûnakîyek ebřêt û em ew şirîtet bo exate ser mekîney qise kirdin . to hem çawit le bigre û berdey neberdî pałewanan ebêt, hem gwêt le şirîx û hořî top û tifeng!. ke wa bû salim le tenişt ewewe ke bû be mêjûnûs diłîşî le řûy şi’ûrêkî qewmîyewe bû be nîştimanperwer û bû be pispořêkî «timsîl - lasayî» ş. temaşa ekey seretay karesatî şořş bem dû şi’re ekatewe û ełê:

lêm geřên ba goşegîr bim, deste’ejno, kef zenan
gêjełûkey bay nedamet tarî kird sefḧey cihan
bezmî seydî ême seyyadî felek karêkî kird
řenge bałay tîrqedanman bête terkîbî keman

derdedił û lane têkçûnî xoy û merdim bas eka, ta way lê dê ełê:

dił le mîḧnet keyle tabî seyrî naw şarim nîye
’eynî çawim xwênî tê zawe le daẍî merdiman

lepaşa dê be basî giłołelêjî berey babanda û kujandinewey şem’î nigînyan û çepgerdîy řozgarî çepgerd beranber bewan û be kurdan le dest karesatî turkan; înca ełê:

şarezûr beḧir û suleymanî leser ew gemye řeng
bo şiksitî wek neheng bû, fîtneyî axir zeman
sa’îqe û berqî nedamet zułmetî da şerq û ẍerb
berdebarane be mexsûsî le ser miłkî beban
çawî ’îbret hełbiře ey dił le wez’î dehrî dûn
seyr ke sa turkî dełek çî kird be zumrey kurd ziman

pyaya eřwa ta egate ser basî nawşarî suleymanî, lewêda ełê:

bê ziban, kuku zenan, her xanedan tê defkirim
’enkebût xace nişîne, cifit cuẍde dîdeban!

hałuhewałî naw şar bas eka, ke kê çî eka û çî be kê dirawe? şîrazey îş û kar çon leber yek hełpiçřawe. ewaney nasaz û nahemwarin hatûnete pêşewe, ewaney xawenî şwên û paye bûn, serekanyan lew naweda heł’exatewe. emaneş hemû karesatî řomî bû, çunke:

wek megez řomî le layan ferqî pak û pîs nebû
leqleq û nêrî eçin bo zabtî nehrî mwan

hera û hûryay kurdan û turkan le geřekî çwarbaẍ dest pê eka û řomîyekan dên be gij řostemekanî kurdida, bełam çî ekey lewe ke nigîn xewî lêkewtibê? egîne:

merdî meydan hate cewlan baz le řengî tepłî baz
«ḧeyte» wek şahoyî gêj û kurd be mîslî bałeban

lepaşa ełê: ’ezîzbeg

gulle top wek topî qamîş bû le aqar ẍîretî
teb’î coyay bezmî şîlk bû le cêy sîne, keman

înca ełê:

turk wekû «tîlkî» ze’îf û kurd esed xo hatne pêş
cengico bûn yek be yek hersû wekû bebrî beyan

çend cwane ew şi’raney ke ełê:

hey xwa, řolewdemeçî kird teqey top û tifeng
ser zemîn tarîk û dunya toz û keř gwêy asman
mahî talî’ řêy muḧaq û řojî negbet cîlweger
xermenî şadî leber ba berqî ẍem ateşfişan
gerçî pêşapêş be heybet bûn û aza çûne pêş
ḧesreta bazhem neyanzanî «nizam» wa bê ḧeyan
pêş demyan şîlkî top, pişt ser ew agire
geyye çerxî heftemîn lew ḧîneda ah û fuẍan
gwêy felek keř bû leber nefîrî ehlî şar
lamekanî girt seday nałe û fuẍan û el’eman

lepaşa basî pêkhatnî kurd û turk eka, yeke yeke nawî hendê kes dênê û daxedłî ewe exwa ke çon lenaw şarî suleymanîda ewderyay xwêne hestawe! ełê:

řengî seḧray meḧşerî bû şêwekey lay «pîrmesûr»
girme girmî topî řomî, hewhewî swarey beyan

aya bêcge le salim kesî tir witûye?:

bû be cařûbî meḧelle her teref pencey peřîw
peykiraw bê pey le meydan pehlewanî pałewan

înca ’ezîz begî baban elawênêtewe û basî hetîwî şarezûr eka û dwayî şi’rekanîbewe dênê ełê:

çingî şabazî bazî bazbanî baz nebê
fiş hełat «kehya» leser «beyْzة»y teme’ wek makyan!

lemanewe hemû boman derkewt ke nefsîyetî «salim» nefsîyetêkî ẍeramî, felsefî û nîştimanî buwe legeł arezûyekî zor berizda. dîwanî şi’rekey lelayen «kurdî» merîwanîyewe le sałî 1933y mîladî le çapxaney «اەیتام» le beẍda bo carî yekem le çap dirawe.