bêx û binawanî kurd: baweřî hendêkî tir le řojełatînasekan beramber be kurd

From the Book:
Mêjûy Edebî Kurdî
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  1612 views

dîsan bo zyade agadarî bîrubaweřî çend kesêkî tir le mêjûnusekan le layn ewewe ke «kurd» le netewey «mad»ekanin be kurtî enûsîn:

1. «ٲ - sun»: leber ewe aşnayetîyekî heye lebeyn zimanî êstey kurd û zimanî mêdyekana - ew zimaneyan ke zerdeşt kitêbekey xoyî pêy nûsyewe - lay waye mêdyekan kurd bûn.

2. mamosta «says» ełê: mêdîyekan kurd bûn û lew qewme aryayîyekanin çe be řegez çe be ziman, wełatekeyan kewtibuwe řojełatî wełatî aşûr û ta cinubî deryay qezwên eřoyşit.

3. «ḧesen pîrnya - mişîraldulh» le kitêbekeya «êranî kon» ełê: loẍetî mêdî eger zimanî kurdî êste nebê binaẍeyetî.

4. «da’irة alim’arf»y birîtanî sałî 1929 ełê: madekan dewłetekeyan tyaçû û têkławî kurdekan bûn û bûn bekurd.

5. kitêbêk le barey qewmekanî hînd û cirmanî asyewîyewe le 1934 le layen «hans kuntir» derçuwe ełê: «kurdekan le madekanin û emane hendêkîşyan fars bûn û her bûn be kurd» her leserçawey em kitêbewe danrawêykî ferensezî heye ke hî «zîwrufsikî»ye û nawî kitêbeke «qewqas û qewqasîyekan»e. lewêda ełê: «kurdekan le netewey mêdîyekanin».

6. «lûşan» ełê: «kurdekan le cînsî sipîpêstekanin; mêdî û farsekanî ewweł pêşan eden û le ewrûpay şîmalîyewe hatûn. sextî wiłatekeyan parastûnî û hemû nîşaneyekî arîyetîyan tya mawe û be xoyanyan ewt «arîr». ke legeł farsekan bûn be yek, wate ke kûrş wiłatekeyanî girt ew wexte hestyan ekird be şi’ûrî qewmî û ełhay keyanêkî azadyan ekird.