bêx û binawanî kurd: «destey yekem: qewmekanî zagros»

From the Book:
Mêjûy Edebî Kurdî
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 6 minutes  1673 views

1- «lolo» ya «lolobûm» wa derkewtuwe ke em qewme le herêmî «zehaw - şarezûr - suleymanî» da’enîştin, bełam nazanrê ke key hatûnete ewê le paşa legeł gotîyekan têkław bûn û le wiłatî suleymanî êsteda pêkewe řayan ebward û wiłatî «hałman - ḧelwan» yişyan xiste jêr desełatî xoyan «emîn zekî» hêndê erwa û le paşan ełê: le bełgekanî aşûrî dewrî «aşûr nasir pał»y dûhem wa der ekewê ke em wiłatî lûlûye şaristanî û awedanîyekî çakî têda buwe û merdimekeşî destêkî başyan buwe le huner û pîşesazîda, tenanet em padşay aşûrîye gelê le pîşesazekanî bird û wiłatî aşûr, piřofîsor «sipayzir» ełê em lûlûyane bapîre gewrey luřî êsten.

2- «gûtî» yekêkin le qewmekanî zagros le «2649»y pêş mîladda wiłatî sumir û akadîşyan dagîr kird, em desełateyan 125 sał û 40 řoj dirêjey kêşa le sałî «2524»y pêş mîladda padşay «ûr» řeçełekî emaney derhêna be naçarî geřanewe bo kêwekanî zagros. ke kasîyekan le dewrûberî naweřastî sedey hejdehemî pêş mîlad pelamarî wiłatî bablyan da bo em pelamare gûtîyekanyan legeł bûn. lew şitane ke le bełge başûrîyekan wer egîrêt hîç şikî têda namênêtewe ke kêwekanî zagros nîştimanêkî qewmî buwe bo em şe’bî «gûtî»ye.

duktor sipayzirPerson le kitêbekeya: «qewmekanî bîn alinhirîn» lapeřey 117 ełê: «em tîre û hozane ke êste be kurd naw ebrên û nebê le hîç dewrêka be qewtasî nasrabêtin. bełê em tîrane le hendê řewişt û şîwey qise kirdinda cya ebnewe wekû seyr ekirê ke yekêkî suleymanî natwanê be tewawî legeł badînêkda qise bika û betewawî le yek têbgen. herweha le beynî kurdekanî êsteda gelî ermen û řegezî samî û arîtir heye wekû bełge tarîxîyyekan ememan pîşan eden. ca le ber eme natwanîn biłêyn qewmî kurd le řîşeyekî tenha û serbexowe hatûn:. pê nawê biłêyn danîştuwe esłîyekanî kurdistan legeł qewmekan pêk hatuwe çûnke şitêkî aşkiraye, aşkirayyekeşî le ber eweye ke le dewrî seretay tarîxda emane legeł hendê le koçerîyekanî aşûr û aramî pêkewe le kêwekana řayan ebward. le paşa ke arîyekan desełatyan be ser em wiłateda peyda kird hendê řegezî êranîş hatin legeł danîştiwî wiłatekeda têkław bûn û bûn be yek.

legeł emeşda înkar nakirê le řegezî gûtî û qewmekanî zagros êsteş lenaw kurdekana her heye. lemewe û le seyr kirdinî luẍetewe der’ekewê ke qewmî kurd beşêkin le beşekanî zagros, emane her çende gelê car tûşî tałan û çepawî bêgane bûn bełam hemû dem agadarîy serbexoyî tebî’î û azadîy û parastinî ’eşretî xoyanyan her kirdiwe û her wext ke tirsî pelamarî bêganeyan bû bêt çûnete kêwekan ke ew lafawe be ser çû bêt hatûnete xwarewe û şar û gundekanî xoyanyan awedan kirdotewe wekû êsteş ew řewşteyan her heye.

3- «kasay - kûs - kûşû» emaneş yekêkin le qewmekanî zagros. serta le nawçey «kirmaşan - qirimsîn» nîştecê bûn bełam tarîxî hatnyan nazanrê, ewende heye wekû qewmekanî tirî zagros her danîştiwî řastî wiłateke bûn û nebê wekû samî û ḧamîyekan koçyan bo kirdibêt. akadîyekan bemaneyan ewt «kaşû» em kaşuwane ewanen ke kitêbî pîroz be «kûş» yan naw eba. le naweřastî sedey hejdehemî pêş mîlad em kasîyane wiłatî bablyan girt û le wiłatî sûmir û akadda ḧikûmetyan be nawî «kardûnyaş»ewe damezrand ke nizîkey şeşsed sał jya le baş têkçûnî ḧikûmetekeyan dîsan geřanewe bo kêwekanî zagros «luřistanî êste». le dewrî ḧikûmetî exmînîyekana birayetîyêkî baş le beyn em kasyanewe ḧikûmetî êran «exmînî»da peyda bû herweha eskenderîş şeřêkî zorî legeł kirdin «entîfûnûs» serdarî benawbangî řomanî le «birdî tengigełî»yewe ke kewtibuwe wiłatî eman be nawyana tê peřî. ke wabû řûn buwewe ke qewmî kasî le seretay mîladda le luřistanî êsteda hebûn dûr nîye řîşey luřekanî êsteş bin.

4- «xaldî - ûrartû» wa eçête diłewe ke em qewme le serdemêka le řojełatî asîyay biçûkewe hatûnete herîmî deryay «wan» le gêřanewey aşûrî betaybet le bełgey şeřekanî «sergon»y dûhem padşay aşûrda der’ekewê ke sinûrî dewłetî «xildî» serdemêk le şîmalewe pałî eda be deryay «gogce» û «elkisnidirpûl» le qewqas, le cinûbewe be «řwandiz» û serçawekanî řûbarî «zab». le řojawawe be řûbarî «fořat» û le řojełatewe be deryay «wirmê»yewe. serdemêkîş fermanyan be ser şîmalî sûrîyeda kird û paytextîyan «tuspasî - wan» bû ke wa guman ekirê «sardûrîs»y yekem padşay xildî le «840»y pêş mîlad dirustî kirdibê. le axir û oxrî sedey ḧewtemî pêş mîlad be hoy desełatî mîdîyekanewe be hoy nîştecê bûnî ermen le řojełatî wiłatî xaldîyewe emane biřanewe û tyaçûn.

5- «sûbarî»: yekem car em nawe bînrawetewe le řûy parçe lewḧêkî konewe buwe ke dewrî ḧikûmetî «lugal - anî - mundu» pîşan eda ke le çerxî 30hemî pêş mîlad fermanřewayîyan kirduwe û zyatir leser şêwey wişey «sûpîr» kewtuwete ber çaw. em bełgane ke bo dewrî «naram sîn» egeřênewe leser şikłî «supatîm» pîşanî eden û em wişeyeyş man’ayekî cugrafî buwe bo ew wiłate ke le şîmalî ẍerbî «’îlam»ewe dest pê eka ta wiłatî «amanûs», lepaşa bû be naw bo hendê qewm, wekû wişey «ḧamûřayî» çon bû be naw bo qewmêkî serbexoy azad. em sûbarîyane dewrêkî zoryan be şeř legeł aşûrîyekanda gêřa. bełam le axir dewrî aşûrîyekana nawî em sûlarîyane win bû û nawî «nayrî» şwên emanî girtewe ke em nayrîyaneş qewmêkî tir bûn.