bêx û binawanî kurd: mîllet ya nasyon ya qewm

From the Book:
Mêjûy Edebî Kurdî
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  1970 views

zûtir peyřewîkerî her ayînêk pêyan ewt mîllet, wekû mîlletî îslam, mîlletî gawir, mîlletî cûleke. emane ba ziman û řewştîşyan cya bwaye, madam peyřewîkerî ayînêk bûn, her be yek mîllet naw ebran. lepaşa zanakanî awrûpa kewtine ser ew baweře ke mîllet eweye ziman ya xwên ya nejadêkî serbexoy bibê û wişey «nasyon»yan bo em me’naye lebatî mîllet dana. lem dewrey dwayîyeda tozê pêştir kewtin û hengawêkî tir bo em me’naye hawêjra: ke goya tenha ziman ya xwên ya nejad beş naka, bełkû legeł emeşda řewişt û ’adet le şadî û le şîwen, le xefet û le xoşî, le karubarî mełbend û binemałeyîş pêwîste, hênra bo em komełe me’naye wişey «qewm» danra.

ke wa bû her komełe merdimêk ke le řewişt û xwên û řegez û zimanda têkław bûn, emane bo xoyan ebin be qewmêkî taybetî û cwê ebnewe le komełe merdimêkî tir, lêreda bebê ewe beşwên bełgeda bisûřînewe be aşkira ezanîn ke qewmêk heye nawî «kurd»e û be yek ziman qise eken û le seretay jyanyanewe ta êsta hawbeş û şerîkin le şadî û sirûd û lawanewe û şwên û honînewey şi’ûrî komełayetî û serguzeştî û cengî nawxoyan û dewruberyana, ke emane awêneyekî here řûnakin bo bînîn û nasînî çonyetî xû û řewştî jyanî komełayetî û syasîy hemû qewmêk. dîsan ’alme nejadşinasekanî wekû «řîçPerson» û «sûlakPerson» û «fûn loşanPerson» û «ujin pîtarPerson» û gelêkî tirîş, boyan saẍ buwetewe ke qewmêk heye yek xwênyan heye û nawyan «kurd»e. înca êmeş bepêy twana emanewê lem řuwey dwayîyewe ke êsta pêy ełên «mêjûy edeb» bo lawanî dwařojî kurd lêwe bidwêyn û qewmekan le seretay jyanyanewe lem awêneyeda pîşan bideyn.

nawî em kitêbe «mêjûy edebî kurdî»ye û ebê le edebî kurd bidwêt, bełam eme pêwîste bizanrê: ew qewme edebekey heye çîye û çe kese. leber ewe beşêkî zor le bergî yekemî kitêbeke bo dozînewey kurd û serçawey kurd dagîr ekirê ke eme egeřêtewe ser mêjûy řût û ladan le baseke. bełam leber ewe ta êste betewawî qiseyekî saẍ lebarî «kurd»da beřastî nedrawe be destewe, lam waye em base le basî edebeke bekełkitir ebêt û paşeřojî mêjû çaktir řûn ekatewe, bew bonewe dûr nîye qazancî lew zyane zyatir bê ke ladane le bas.