çîrok

From the Book:
Mêjûy Edebî Kurdî
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 32 minutes  12048 views

le çîrokî kurdîda leber ewe ke le axir dewryana wekû jyanî seretayîyan her leser koçerayetî mawnetewe zortir ew şitane ber çaw ekewê ke legeł jyanî řewenda aşnayetî heye; le şeřuşoř, le têkławî jin û pyaw, -ke kar ekene ser ẍerîze û ’atîfey yek- hîç çîrokêk le kurdîda dest nakewê ke xałî bê le yekê lem dû şite, eme be çawpyaxşandinêkî têkřayî. lebarêkî taybetîşda, leber ewe çîrok şan be şanî ew qewme dête xwarewe perdey jîrî û jyanî komełayetî û exlaqî û berzî û nizmîyan le meydanî tekfîrî şaristanêtîda der’ebřê.

ke wa bû eger çîrokî qewmêk bixiwênrêtewe û be çawêkî wirdewe pyaw lêy bikołêtewe, gurc boy der’ekewê ke ew qewme ta çe payeyek piley berz buwe û çî lenawya baw buwe?! wekû çon eger êste çîroknûsêk çîrokêkî nûsî, xêra natewawîyekî komełayetî, ya berz û nizmîyekî exlaqî, ya řewişt û xûyekî ew qewme der’ekewê, hînekanî pêşûş ya ew desteye ke ew çîrokeyan danawe ya boyan danrawe. her ew perdeye be pyaw pîşan edeyn.

kurd le çîrok û efsaney konda zor dewłemende bełam ko nekirawetewe û nenûsrawe her şitêk hebuwe her demawdem gêřrawetewe û xoyşî ewende betengyewe nebuwe ke nekate karê tya biçêt û şite benirxekanî bimrêt. le her nawçeyek le nawçekanî kurdewarî be hezaran çîrokî way tyaye ke hemûy piřyetî le dastanî řabirduwan û le çonyetî jyan û komełayetîyan û piřyetî le pend û amojgarî. ême lêreda em çîrokey xwarewe exeyne ber çaw bełam nazanrê le key û le çe wextêka karesatî çîrokeke qewmawe, ewende heye le barî efsaneda gelê şitî lê wer’egîrêt. efsaneyş -wekû zanakan eyłên- xeyałîş bêt, her payey jîrî qewmeke der ekewê ke ta çe endazeyek xeyałyan řoyştuwe û çîyan beser hatuwe?:

dû bira hebûn yekêkyan nawî «balê» bû yekêkyan nawî «baram» bû. leber hejarî û bênewayî hestan serî xoyanyan hełgirt û kewtine wiłatan heta çûne şarêkewe, seyryan kird em şare hemûy bergî matemî poşîwe û kiz û melûln. pirsîyan: ewe bo çe wa xełkî em şare řeşpoş bûn? wityan: bełê, dwênê padşay em şare mirduwe û kesîşî leşwên becê nemawe. le zemanêkî zor konewe lem şareda bo dananî padşa «bazgerdan» buwe. «baz» nîştibête ser her kesêkewe kirdûyane be padşa. êsteş naçar ebê serlenwê dest bikenewe be bazgerdan. lepaş çil řojî tir dîsan baz egêřnewe bo ewe yekêk biken be padşa. emanîş herwa bo xoyan lewêda manewe bo ewe ew řojî bazgerdane bibînin ke çon baz esûřêtewe û enîşêtewe be ser yekêkewe.

çil řojeyan lewêda řabuward. le řojî sî û noyemda seyryan kird wa qerax şar pak kirayewe û řayexî lê řaxra û hemû şit le şwênî xoy danra û ew şewe yasawił belayewe mayewe, darûẍeş bemlaw bewlada hatuçûy ekird û xełkî şarîş hemû kewtine xoyan bo sibeynê. ew şewe herkes nûst, nûst û her kesîş nenûst xerîkî witûyrey bazgerdanî beyanî bû ke axo baz beser kêwe enîşêtewe û kê ebê be padşay em şare? beyanî legeł řojhełata wirde wirde, deste deste xełk le şar derçûn û řûyan kirde ew deşte, gewre û biçûk kes lenaw şara nema û bazař û dûkan hemûy texte kira. «balê» û «baram»yiş bo seyryan lêyan da û řoyştin û lewpeřî xełkekewe bo xoyan westan, seyryan kird: wa pyawêk swar espêk buwe û ser ta pa cilî awrîşmî řeşe, destikêşêkî qayşîşî le destaye ta enîşkî hatuwe û destî wekû dar řagirtuwe û bazêk wa beser destyewe lenaw şar derçû û ewîş hat bo naw xełkeke. xełkeke hemûy kewtine miqo miqo û denge deng wekû pûrey heng. kabray swar hat û lenaweřastî xełkekeda westa û her beser wiłaẍekeyewe řûy kirde bazeke û witî: «ey bazî cwanî xoş perwaz, ey hêlaney řaz û nyaz, bawwibapîrit her lêreda gelê car hełfiřîwin û kirdûyane seyrî dyar, bînîwyane yekêkî ehil û maqûł, nîştûnewe ser serî bebê cimucûł, kirdûyane ew kese be padşay şar, kewtuwete jêr destî, pyaw be hezar û genc be bar, êsteyş wa nore geyşte to û biço hełfiře bibîne padşayek bo em şare bebê qiře.»

ke bazewan emey wit baz çawêkî be xełkekeda gêřa û kewte asman û leser seryanewe destî kird be sûřanewe, ehat û eçû, dîsan ehat û eçû, hemû xełkeke çawyan têbřîbû, her ke bo xoy awatewaz bû ke leser seryewe binîşêtewe. bazeş her le asmanewe hatuçû eka; lepaş sûřanewyekî zor, wirde wirde nizim buwewe û řûy kirde qerax xełkeke, ew bereye hemû kewtine niza û pařanewe, kitupiř lenaka û bazeke çû û nîşt beser «balê»yewe û wekû sing leser seryewe çeqî ke merdimeke emeyan zanî lêyan kird be hera û wityan nabê eme bibê be padşaman, kes nazanê le kwêwe hatuwe û çe kesêke. bazewan hat û bazekey hełgirtewe û serlenwê hełîsandewe. dîsan ew careş her hat û beser ewewe nîştewe. xełkeke hendêkyan wityan dyare eme xwa le çareya nûsîwe ke bibê be padşay ême, hendêkîşyan wityan nabê, carêkî tirîş ba baz hełsêtewe, eger em careş her nîşt beser ewewe ewa dyare bebê çend û çun padşamane. bazewan em careş bazî hełsandewe, baz dîsan nîştewe beser serî «balê»yewe. xełkeke têkřa dayan leçepłe û wityan: «padşaman! padşayetît lê pîzoz bêt.» destyan girt û be destûrî gewreyî birdyanewe bo naw şar û tacî padşayetyan leser na û nayane ser textewe, le hemû şar bû be şayloẍan. deste deste pyaw maqûł û gewrekanî şar hatin bo pîrozbayî padşa. heta ḧefteyek em dîdenîye biřayewe. lepaşa «balêşa» hênay «baramî» y biray kird be wezîrî xoy û be asayş û dadperwerî řayanbuward.

maweyekî zor beser em řabuwardineda têpeřî, «balêşa» seyrî kird em hemû mał û samaney heye û hîç cigergoşeyekî nîye şwênî bigrêtewe û ’umrîş ewa řûbeřûy pîrî ebêtewe, bem bonewe zor diłteng bû. hîç şexis û qisnêk nema penay pê neba hîç niza û nûşteyek nema neyka kełkî nebû. şa û şajin êcgar kewtine peroşewe û aramyan lê hełgîra.

řojê le řojan derwêşêk řûy kirde enderûnî padşa, tewerzînêkî be desteweye, keşkołêkî be şaneweye, tezbêḧêkî denk gewrey sê çwar qef kirduwe û kirdûyete milî, be yahû yahû çuwe jûrewe, kenîzek û kareker dewryan lê da wîstyan bîgêřnewe. witî: ta şajin nebînim nageřêmewe her çendyan kird boyan negeřayewe. şajin lem hera û bigreye leser telarekewe serî hênaye derewe û pirsî ewe çîye? wityan derwêşêke çuwe be qîna, ełê: ta şajin nebînim nageřêmewe, şajnîş witî lêy geřên ba bêt, çû, çû heta le talareke serkewt û çuwe lay şajin û witî: «hûya hû mirazit çîye? bîłê» şajin witî: «ey derwêş dêwî? dirincî? perît? her şitêk heyt padşay em şare em hemû saman û desełatey heye mindałêkî nîye ke le şwênî danîşê û şwênî bigrêtewe leber ewe zor perêşane û minîş legełya aramim lê hełgîrawe». derwêş ke emey bîst destî bird le keşkołekey sêwêkî derhêna û witî: em sêwe biken be dû kertewe kertêkî to bîxo kertêkîşî padşay mêrdit û lêyda řoyşit! ta şajin hat awřî lê bidatewe derwêş win bû.

êware padşa hatewe bo enderûn, şajin ḧeqayetekey bo gêřayewe û sêwekey na berdemî. padşa tozê serî daxist û nextê witûyrey diłî xoy kird û lepaşa qełem biřêkî ałtûnî le gîrfanî derhêna û sêwekey kird be dûkertewe. kertêkî xoy xwardî û kertêkîşî da be şajin û nûstin. beyanî hestan padşa çû bo barega û şajnîş lenaw kenîzek û banwana danîşt û her le pejarey serguzeştî em derwêşeda bû. çend řojêkyan wa řabûrd, şajin řojê hestî kird be xoy ke zikî piře, neydirkan û biřway nekird. çil řojî pê çû, xêr! zik gewre bû, îtir kewtine xoşî û aheng û hemû ehlî memleket kewtine awat xwastin bo ewe em padşa xoşewîsteyan minałêkî bibê. no mange û no řojey şajin beser çû. kuřêkî bû, lebaregay padşa û ehlî şarda çil şew çil řoj bû be şayloẍan û zemawend. kuřyan naw na «şařux» û be naz û nazdarî bexêw kira ta bû be pênc sałan. lew temeneda «baram» y mamîşî kiçêkî bû nawyan na «gułřux» û nawkibřyan kird bo şařux.

şařux ke geyşte sîrey dwazde sałî bawkî mird û ehlî şar ko bûnewe û ewyan kird be padşay xoyan bełam leber ewe mindał bû «baram» y mamyan kird be çawedêrîkerî îş û karî memleket. şařux û gułřux le małêka gewre bûn ta geyştine temenî diłdarî. înca daway kird le mamî ke lêy mare bika, mamî kuřî hebû ḧezî ne’ekird şařux pê biga û bibê be padşay memleketeke, destî kird be biřubyanû hênanewe û kirdewey wa ke şařux weřez bibê. şařux her çend koşiş û emla û ewlay kird hîç kełkî nebû legeł gułřuxîşa bebê yek neyan’ekira, ke zanî mamî wa lêy çuwe be qîna û emîş hêşta negeyştuwe be sîrey padşayetî le daxa mał û miłkî becê hêşt û ser xoy hełgirt û řoyşit.

řoyşit, řoyşit heta serî le byabanêkî kirîkay kirîkewe derçû, temaşay kird bêcge le asman û le zewî hîçî tir dyar nîye. gełêkî tir řoyşit seyrî kird wa le dûrewe koşkêkî gewre dyare. řûy na bo koşkeke, be dewrya geřa dergay berçaw nekewt, şeş car sûřayewe hîçî nedî le carî ḧewtema qapîyekî biçkoley berçaw kewt. çuwe ber qapîyeke hat destî pêwe binêt, letenîşt qapîyekewe dengêkî ber gwê kewt witî: «le dewrit geřêm şařux řizgarim bike» ke temaşay kird eme delaqeyeke û pîrêjnêk lewêda tund tund şetek dirawe û ketuwe, zorî bezeyî pêda hatewe, çû belayewe ke řizgarî bika kitupiř dengêkî tirî bîst ke: «şařux nekey berełay bikey eger bêt û řizgarî key carêkî ke çawit be xot nakewêtewe». her çend temaşay kird xawenî em dengey berçaw nekewt, zor serî siřma. pîrêjnekeş her lêy epařêtewe. dîsan çuwewe belayewe û destî bo dirêj kird, dîsanewe dengekey ber gwê kewtewe; em care betewawî serî lê têk çû neyzanî çî bika hendê le diłî xoya lêkî dayewe û lepaşa şîrekey derhêna day le milî pîrêjneke û peřandî! zirîkeyekî kird û temumjêk peyda bû. lepaş tozêk seyrî kird wa qapyeke kirawetewe û tozê xwênîş řijawe îtir leşî pîrêjnekey berçaw nekewt!

le qapyeke çuwe jûrewe ebînê heta çaw kar eka bax û bêstan û guł û gułzar û kanyawêke diłê hezar dił ḧeyranyetî le dûrîşewe koşkêkî gewre dyare destî kird be geřan heta şew dahat înca řûy kirde koşkeke temaşay kird hemû şitêkî têda amadeye, le nwên, le xwardin, le xwardinewe û çiraş le hemû jûrekana dagîrsawe, bełam kesyan tya nîye. le jûrêka danîşt û leber xoyewe kewte fîkir kirdinewe le ḧałî xoy û diłî zor diłteng bû, kitupiř řêwîyek xoy kird be jûra! hatnî řêwîyek lem wexteda û lem nakaweda tozê şiłejandî. destî daye şîrekey û pelamarî řêwyekey da û hat bîkujê, řêwyeke hate qise û witî: «şařuxşa memkuje bekełkit dêm, kes řêy nekewtuwete em şwêne ewa to hatûyt dyare be îşêkî gewrewe hênrawît boye em qapîyet bo kirawetewe û em telîsmet bo şikênrawe». şařux ke emey bîst şîrekey kirdewe be kalanekeya û danîştewe û legeł řêwî destyan kird be qise kirdin. ke wextî nûstin hat lêyda nûst û beyanî ke hesta řêwyeke nan û berqilyanî naye berdemî, xwardî û çû bo řaw û geşt û guzar.

çend řojêk bem core řaybuward, êwareyekyan hatewe danîştibû xeyałî gułřux day le kelley, diłî teng bû, xuř xuř aw be çawya hate xwarewe, řêwîyeke lew kateda hat besera û lêy pirsî: ewe boç egrît? hîç dengî nekird, řêwî gelêkî tirî legeł xerîk bû ta řastî pê derxist ke gułřuxî amozay dezgîranyetî û êste mamî naydatê û wa bem core derbederî kirduwe, mam řêwîş witî: ca eme asane min beyanî bot çar ekem, şařuxîş witî: çonim bo çar ekeyt û em derde çon be to çar ekirêt? mam řêwî witî: asane min beyanî nan û çêştêkî zor dirust ekem û hemû diřinde û peřendey em wiłate ke lejêr fermanî todan bangyan ekem to pyan biłê nanim bo dirust kirdûn, ebê nan bixon, ca ew wexte min ezanim çî ekem! şaroxîş witî: ca eme çon ebê û emane çon be qisey min eken û le qisem tê egen? řêwîş witî: to her ewnde min serbest bike îtir karit nebê! ewîş witî: başe ewa serbestim kirdî.

beyanî mam řêwî nan û çêştêkî zorî dirust kird û kewte demedemî nîweřo. şařux leser koşkekewe danîştibû temaşay kird wa deste deste canewer û pelewer, le şêr, le piłing, le wirç, le gurg, le qaz, le baz, le heło, le hemû şit ko bûnewe û ew deşte piř bû, nan danra û nanyan xward û înca řêwî hestaye ser pê řûy kirde sîmurẍ witî: «ey sîmurẍ! emane hemû legełit dên ta eçne şarî «gumete» lewê řû ekene naw şar xełkî şar hemû eşłejên û ebê be hera û ẍełbeẍełb, kiçî padşa leser telarewe ser derdênê ke seyrî em karesate bika hełîbgire bîxere ser şapeřî xot û bîhêne bo êre û emanîş hemû bigeřênewe legełta. sîmurẍ serêkî danewand û kewte asman hemû pelewerekan kewtine şwênî, le xwarîşewe şêr pêş kewt û hemû diřindekan be dwayewe. em leşkirî canewere bem core řûyan kirde şarî «gumete» ke nizîk bûnewe xełkî şar emeyan çaw pêkewt hemû wext bû załetrek bin û hera kewte şarewe û denge deng geyşte baregay padşayî. gułřuxî kiçî padşa le pencerey telarekewe serî hênaye derewe ke seyrî em karesate bika sîmurẍ pelamarî daye helîgirt û xistye ser şapeřî xoy û hênay, ke ew geřayewe hemû canewerekanîş geřanewe û bo ’esir geyştinewe cê, řêwî çû be pîryanewe û gułřuxî le sîmurẍ wergirt û birdî le jûrî şařux dayna û be sîmurẍî wit îtir êwe biřon, sîmurẍ û caneweran biławeyan lê kird.

gułřux lem karesate herwa serî siřma û le tirsa nîwe gyanêkî têda mabû, řêwîş her diłî edayewe û pêy ewt: metirse êste ewnde diłit xoş ebêt hemû şitêk lebîr eçêtewe. bem qisane eyxiłafand ta bû be demedemî xorawa. şařux le řaw hatewe kirdî be jûra, ke çawî kewt be gułřux wekû guł geşayewe, gułřuxîş ke lew nakaweda şařuxî dî wekû gułêkî berî beyan demî kirdewe, her dûkyan baweşyan kird be yeka û têr û piř yektiryan maç kird û kewtine qise kirdin û řaz û nyaz gêřanewe. eman lêreda wa...

lew lawe ehlî şar ke em karesate bełacewîyeyan çaw pê kewt û wa be aşkira dîyan ke sîmurẍ gułřuxî řifand, baregay padşa û hemû merdim kewtine geřan û bemla û bewla hewłdan bo gułřux, hîç řêbedîyekyan nekird. padşa cařçî xiste naw şar ke her ke suraẍêkî gułřux bênê bo padşa dû car eykêşênê be ałtûna, çil řoj bem core cař dira kesêk dyar nebû ke naw û nîşanêk bênêt, lepaş çil řoj, řojêk pîrêjnêkî pop sipî, leber pîrî piştî komawetewe, wa destî xistuwete piştî û hat û řûy kirde baregay padşa û witî: padşam ewê! yasawił û qapîyewan lêy derpeřîn û destyan kird be qise pê witin pêy. wityan: pîrêjne to wa serit le lêwî qebir elerzêt ebê çe îşêkit be padşa bê?. pîrêjin singî dakuta û witî bimkujin û bimbiřn ta neçme lay padşa nageřêmewe, be naçarî řêyan bo çoł kird û çuwe berdem padşa. witî: «padşam bêwey bê, eger ew şitey min daway ekem, bimdatê ta sê řojê tir gułřuxî bo dênmewe em şwêne»!. padşa ke em qiseye bîst waqî wiř ma û witî: pîrêjne em hemû pyawe jîr û pałewan û karzanane neyantiwanîwe suraxêk le gułřuxewe bênin bo min êste to çon ełêyt ta sê řoj tir gułřuxt bo dênmewe?!. ewîş witî: padşam payedar bêt eger le paş sê řuje nemhênayewe leserim bide. wezîr û pyawmaqûłanî dîwexan wityan: padşahim! êste êwe çe xirapeyek le îşî em pîrêjneda ebînin? pêy bilên başe, emênêtewe ser ew şite ke ew daway eka, eger gencî padşahî beşî nekird ême heç zîw û ałtûnêk le memleket heye boy ko ekeynewe û eydeynê. padşa serêkî daxist û lepaşa serî berz kirdewe û witî: başe, bełam etirsim ke ew şite ew daway eka le wizey samanî hemû memleketêkda nebêt. wityan ew wexte îtir emênêtewe xoy û şîrî.

înca padşa řûy kirde pîrêjin û witî: ê! pîrêjin başe biłê bizanim çît ewê?. pîrêjnîş witî: padşam her serberz bêt, tenya carê bimkîşî be petka gołřoxî kiçî ta se řojî tir bo dênmewe! padşa û danîştuwanî barega lem daxuzîyey pîrêjin seryan siř ma. padşa witî: başe pîrêjin ḧez ekey le batî carê de carit ekêşim be petka. pîrêjin witî ey le dewrit geřêm û hate derewe, çuwewe, bo kulênekey xoy çerxufelekekey hênaye derewe pakî kirdiwe toz û şitekey lê tekan û çuwe nawî û destî bird deskekey belay řastida ba da û kewte ’asman destî kird be sûřanewe, ew řoje hîçî berçaw nekewt, řojî dwayîş her geřa ta le dûrewe koşkêkî bedî kird, çû lenaw baxî koşkekeda nîştewe çerxufelekekey lejêr gyakanda şardewe xoy řûy kirde jûrî koşkeke. ke çuwe jûrewe temaşay kird wa gułřux be tenya bo xoy danîştuwe û çawî le qapîyekeye ke şařux le řaw bêtewe. ke pîrêjnî ber çaw kewt pêy xoş bû, boyeş pêy xoş bû witî: be řoj ke şarox eçê bo řaw em pîrêjne bo hawdengîm başe.

pîrêjin hat be dewruberî gułřuxa; le dewrit geřêm, bełagerdanî bałat bim, perîyekî wekû to bem cwanî û naskî û nazdarîye axir çon bê hawdeng lêre heł’ekeyt û kest belawe nebêt çon wextit lê eřwa?. min bîstim ke to lêreyt oqrem negirt hatim bo hawdengît. gułřuxîş witî başe dapîre gyan danîşe bexêr bêyt êste şařux le řaw dêtewe pêy ełêm her lêre bithêłêtewe bo hawdengî min...

zorî pê neçû řêwyeke kirdî be jûra ke çawî be pîrêjin kewt her dû çawî peřîye toqe serî! witî ey pîrêjnî ferawkuj! çî toy geyanduwete êre? êste çon be dest minewe řizgarit ebêt? we pelamarî da, gułřux pîrêjnî daye pał xoy û witî mam řêwî gyan dapîre mîwanî mine lêy geřê. mam řêwî witî banwî kurdistan çawî diłî em pîrêjne piřyetî le napakî to nayzanît! gułřuxîş witî: pîrêjnêkî hejarî wa ebê napakî le kwê bê, lêy geřê kesase řêy kewtuwete lay ême ba diłî neřencênîn. mam řêwî be naçarî îtir hîç qisey nekird. kewte êware şařux hatewe û gułřux çû be pîrîyewe destî kirde milî û hênay pêkewe danîştin. şařux çawî be pîrêjneke kewt, pirsî eme çîye?. gułřux witî mîwane hatuwe bo hawdengî min başe. şařux ke çawî be pîrêjin kewt diłî daxurpa, bełam leber diłî gułřux hîç dengî nekird. mam řêwî hatewe dîsan be şařuxî wit: ke em pîrêjne derkat, zor be napak ebînêt, gułřux serlenwê kewtewe pařanewe, şařux diłî gułřuxî pê neşkênra.

ew şeweyan řoj kirdewe, beyanî şařux çû bo řaw, kewte çêştengaw pîrêjin çuwe bindest gułřuxewe witî: le dewrit geřêm ewe her şew û řoj lem koşkeda da’enîşît axir bêtaqet ebît û diłit teng ebê, ewa êste daykî xotit legełe heste ba biçîne naw ew bax û baxçeye tozê bo xoman bigeřîn û tozê diłit bikirêtewe û egeřêynewe. gułřuxîş witî başe dapîre, be pilîkanekana çuwete xwarewe û destyan kird be geřan lenaw baxekeda, pîrêjin heç şitêkî ebînî eyut be gułřux le dewrit geřêm temaşa ke temaşa ke em şite çend cwane?! be qise û be zimanlusî wa gułřuxî řam kird her şitêkî pê bûtaye le qisey derne’eçû wirde wirde be dem řoyştinewe çûn bo ew şwêne ke çerxufelekekey lê bû. çerxufelekeke lejêr baqe gyayekda bû berz bûbuwewe, pîrêjin witî ay ew gyaye ewe boç lêreda berz buwetewe! goya çî têdaye?. gułřux xêra çû belayewe berzî kirdewe sebrî kird şitêk lejêrya derkewt, bangî kird eyřo dapîre eme çîye?. dapîreş be sersamî û pelepelêkewe witî: kame le dewrit geřêm?! ewîş witî: a’eme, ełêy bêjnige! pîrêjin çû belayewe tozê em dîw ew dêwî kird û le paşa witî: le dewrit geřêm be xwa baş bû emet bo dozîmewe. eme xeřeke eme bo min zor başe, katê ke to û şařux bo xotan da’enîşin û wîstitan kestan lela nebê min bo xom eçme goşeyek û bem xeřeke petik e-řîsim! gułřux witî dapîre çon beme petik eřêsrêt? xo eme wekû bêjing waye hîçî dyar nîye, dapîreyş destî bird deskekey ke be nawewe nûçabuwewe, řastî kirdewe û lew laşewe parçe textekey ke kewtibuwe serlêwarî textekey jêrî ewîşî berz kirdewe wekû bêjeng nawekey çał mayewe! witî: le dewrit geřêm ewe xom lenaw ew çałeda da’enîşim û petkeke le derewe da’enêm eyxeme ber lûtî deskekey, deskekey ba edem îtir’eyřêsî! gułřuxîş witî: tu xuda dapîre gyan eger fêrim nekeyt! ewîş witî: axir le dewrit geřêm êste petik nîye, bełam qeynaka to biçore nawî xoyşim le tenêştitewe da’enîşim bo qijekem bikewête ber lûtekey û bibê be petik boy, be destîşim deskekey ba edem ta bîřîsê! gułřuxîş witî: başe û çuwe nawyewe danîşt, pîrêjnîş çuwe tenêştyewe serî tozê lar kirdewe bo ewe goya bîxate ber deskekey înca belay çepda deskekey ba da, her ke bay da, çerxufelek kewte ’asman, herçend gułřux hawarî kird hîç îş têpeřî!! maweyekî zorî pê neçû, çû le koşkî padşada nîştewe û gułřuxî le berdem padşada dana, ke padşa çawî kewte gułřux wekû guł geşayewe emla û ewlay maç kird nardyewe bolay daykî, daykîşî be dîdarî kiçî şad bû înca padşa fermanî da ke pîrêjin dû car be petka hełkêşin û bîdenê, pîrêjnîş be petkî xoy geyşit û çû be řêy xoyewe.

lewlawe êwarê şařux ke le řaw geřayewe temaşay kird gułřux dyar nîye her çend çaweřêy kird hîç kełkî nebû mam řêwî bang kird û lêy pirsî ewîş witî nazanim nabê pîrêjin ketnî xoy nekirdibê û gułřuxî nefřandibê?! çû gelê geřa ne gułřux ne pîrêjin hîçyanî berçaw nekewt, hatewe be şařuxî wit: axir nemut min nawçawanî em pîrêjne be pak nazanim? derî biken ta ketnêkî negîrawe, ewa axrî em îşey kird ke îtir çar nakirê!!. şařux ke em karesatey dî leser lep kewt û xoy da be zewîda, car car şîrekey heł’egirt û wekû şêt bew naw baxeda esûřayewe hîç sûraxêkî ne’ekird û ney’ezanî çî bika!. dunyay lê tarîk bû, aramî lê hełgîra...

lew laşewe gułřux çawî kewtewe be bawik û daykî, bełam leber dûrkewtinewî le şařux kar û firmanî şew û řujî hate ser giryan û car car eçuwe ser koşkekew hîçî tir, her çende diłyan edayewe û kenîzek û kareker lêy ko ebûnewe hîç derdêkyan derman ne’ekird, řoj be řoj heta ehat lawaztir û bêtîntir ebû, xwardin û nûstinî nema. lem layşewe şařux gelê lew xiraptir. heta řojêk mam řêwî witî: şařuxşa ademîzad her şitêkyan legeł bikey be xořayî eřwa, çunke şityan leber çaw nîye û ke kewtin beser îşî xoyana îtir hîçyan leber çaw namênê. ewa emcareyş gułřuxt bo dênmewe bełam demêke ew tirsem heye ke dwacar ebê lebatî hemû çakeyekem fiřêm bidene naw kołan!! şařux ke gwêy le hênanewey gułřux bû wekû guł geşayewe serî berz kirdewe witî: mam řêwî ewey to legeł minit kirduwe natwanim be hîç cor tołeyt bidemewe meger bewe ke gyanî xom bikem be řêbazî pencołekanit êsteyş her fermanêkim pê bikeyt be dił û be gyan amadem bo cêbecêkirdinî. mam řêwî witî: a bizanîn dunya zorî be bereweye, sibeynê bangêştinêkî tir ekem bo diřinde û peřindekan lepaşa to bilê: ey gyanleberîne řêwî çîtan pê ełê le qisey dermeçin. ewîş witî başe.

kewte beyanî mam řêwî nanêkî zorî dirust kird û hemû canewer û pelewerekanî ko kirdewe û hemûyan nanyan xward, lepaşa şařux řûy têkirdin witî: gyanleberîne qisey mam řêwî qisey mine, le îste be dwawe her şitêkyan pê ełê nabê le qisey derçin, hemû seryan danwand, înca mam řêwî witî emewê wek carî pêşû biçnewe bo şarî «gumete» û bikewne naw şar, ke kiçî padşa le ser telarewe serî derhêna ey sîmurẍ hełîgrît bîxeyte ser bałit bîhênîtewe û êweş hemû bigeřênewe û ’ezyetî kes neden, ewanîş têkřa seryan danewand û pelewer kewtine hewa û sîmurẍ lepêşyanewe, canewer leser zewî û şêr lepêşyanewe! be fiřkanê çûne naw şarî gumete. merdimî şar ke emeyan çaw pê kewt kewtine xoşardinewe û hawar hawar, gułřux ke seyrî kird eme karesatekey pêşuwe, zanî çe base, xêra çuwe ser banî telareke, ke sîmurẍ çawî pê kewt hełîgirt xistye ser bałî û geřayewe gyanleberekanî tir hemû be şwênya geřanewe û hatnewe ta geyştinewe cê. şařux her çaweřêy bû, kitupiř le dûrewe leşkerî geřawey be feyrûzî bedî kird, çuwe pêşwazyan, sîmurẍ gułřuxî dana û îtir çûn be řêy xoyana geřanewe, gułřux û şařux dîsan be yek şad bûnewe.

lew lawe baram şay bawkî gułřux ke em karesatey dî zor têk çû hesta lepaş ewey ke řawêjî legeł wezîr û pyawmaqûłekanyan kird be şarezayî pîrêjneke peyamî nard bolay şařux ke: ey şařux eger gułřux nenêrîtewe û dest lem kirdewane heł’egrêt ewa başe egîna amade be heç supayek le qihłemřewma heye xom pêşyan ekewm û eyhênim bo serit, xot û koşk û baregat heprun heprun ekem! ke şařux em peyamye bîst zor têk çû û kewte delyay fîkir û xeyałewe. lew kateda mam řêwî kirdî be jûra witî: ha, ewe çîye? boç wa kewtîte pejarewe?. ewîş witî dastanêkî waye. mam řêwîş witî toyş peyamî bo binêrewe: çî le dest dêt dirêẍî neka û zyatir bika. emîş witî: mam řêwî ême çîman heye? ew leşkir û supayekî zor û zebendî heye, lekwê le dawî derdêyn? mam řêwî witî řaspêre û karit nebê, emîş bew core pêy wit le řaspêrekey wit û řaspêr řoyştewe...

ke baram şa em qiseye bîst be carê girj bû fermanî da her kes denke coyekî małî padşay xwarduwe amade bê bo em şeře! be carê gewre û biçûk çekyan poşî û lejêr serkirdeyî baram şada beřê kewtin û pîrêjnekeyan kird be şareza. leşkir wekû xoł řuwew koşkî şařux řûy naw řoyştin, dewruberî koşkyan be corê tenî ke mêrûle řêy derçûnî nebê! ewa şařux û gułřuxîş leser banî koşkewe seyrî em supa û leşkire eken ke ne serî heye û ne saman, herwa waqyan wiř mawe ke çî biken!

êwarê dahat, baram şa pyawêkî nard bolay şařux ke beyanî legeł giznigî hetawa qołî xoy bibestê û bêt bikewê beser simî espekema, bem core lêy xoş ebim, eger wa neka çawî be xoy ekewê! şařux em řaspêrîyey bîst be carê wirey berda, çunke taqe zelamêkîşî la nîye, be çî û çon çarî em beła gewreye bika, ke wa hatuwe beserya? tarîk dahat û zor peroş bû, lew wexteda mam řêwî kirdî be jûra, witî: ha, şařuxşa zor diłtengît? ewîş witî: mam řêwî em karesate ebînim çon diłteng nebim? mam řêwî witî: hîç xemit nebê, beyanî legeł giznigî hetawa şîr û tîr bide le xot û swar be û biçore meydan û řimbazî bike û daway meydandar bike, şařux be nobedłî witî: başe.

dû beşî şew řoyşit û neřoyşit, mam řêwî çû lew berî baxî koşkewe şaxêkî girt be demewe û fûy pya kird, heç mişk û kule û kirmêk lew deşteda hebû, hemûyan ko bûnewe! witî: emewê îmşew ta beyanî pêş hetawkewtin biçne ew leşkirey baram şa, tenya leşe řûtekey xoyan û wiłaẍekanyan nebê her şitêkî tiryan pêye le şîr, le tîr, le metał, le qayş û qirûş, hemûy bixon û daybiřzênin. ewanîş wityan: bełê. çûn ewendey kifrekunê heç şitêkyan hebû nebû xwardyan û dayanřizand û geřanewe bolay mam řêwî û pêyan wit ke îşî xomanman kird. ewîş witî: başe, îtir biçnewe bo cêga û řêgay xotan.

beyanî legeł giznigî hetawa şařux hesta tîr û keman û gurz û gopał û qełẍanî da le xoy û swar bû, çuwe meydan û destî kird be meydandarî û daway meydandarîy kird. padşa û supay padşa ke temaşay xoyan eken le leşêkî řût û qût bewlawe hîç tiryan bo nemawetewe tenanet derpêşyan le pêda nemawe! herwa lem karesate becarê seryan siř ma! baram şa hîçî pê nema bangî kird: «şařuxşa min kirdim to neykeyt, hanam hênaye berit çon diłit eyewê min wa ekem, gułřux û tac û text hî toye, dad, şařuxşa dad!». mam řêwî hat belay şařuxşawe û witî: pêy biłê: mame peşîman bûytewe lew kirdewaney derbaret kirdûm? ewîş pêy wit, baram şa dîsan hełîdaye: «şařuxşa dad!».

înca mam řêwî çû pêşyan kewt û padşa û hemû supakey hênaye naw koşkekewe, xêra çû cilubergî bo hênan û hemûy poşte kirdinewe û nanî bo danan nanyan xward, lepaşa baram şa hesta baweşî kird be şařuxşada û maçî kirdewe û destî gułřuxî girt û day be destyewe û her lewêda lêy mare kird û destî bird tacî padşayetîyekeşî naye serî û hemû be kameranî geřanewe bo naw şarî gumete. çil şew û çil řoj şayî û aheng bû, deste deste merdim ehatin bo pîrozbayî padşay taze û bo ser zemawendî padşayan.

lêreda mam řêwî witî: tu xwa bizanim min em hemû îşem bo emane kird aya çon tołem edenewe? we xoy da be zewîda, ha êste mirduwe, ha sed sał lemewber! lew wexteda gułřux bewêda têpeřî û seyrî kird mam řêwî mirduwe, witî: o, mam řêwî hejar ewe mirdît? a kiçê were binewe le qaçî û bîxere ser ew serniwêlkeye! karekerêk hat û qaçî girt û řay kêşa. mam řêwî lejêr destya hełbiłoqa bewe û hestaye û řûy kirde gułřux û witî: eme bû tołey em hemû pyawetîyem ke datanmewe?! řaste ke ełên ademîzad û jinî ademîzad wefayan nîye! lew kateda şařux hatewe û çû belay mamřêwîyewe û herçend lêy pařayewe kełkî nebû. witî: «ey şařux bizane min kiçî «şabałşam» y perî bûm, kewtibûme ew telîsmî meřmeřey caduwe ke to şikandit, em beyne em hemû xizmetem kirdît le padaşî ew pyawetîyeta ke lew zincîre řizgarit kirdim û îtir be do’a!...». bû be kotrêk û day le şeqey bał û kewte asman û ew řoyştine řoyşit îtir negeřayewe!...

***

em çîroke aya efsanekey xeyałî bê û demawdem kewtibê, ya şitêkî řasteqîne bêt û mabûbêtewe, çend şitêk le řewştî konî kurd bo ême der’exa:

yekem: meseley «bazgerdanî» ke cimhûrîyetî îmřoj nimûneyeke lew xeyałe ya lew řewşte koney kurd, ke eme ’eqłîyet û keyanêkî zor konî kurdiman pîşan eda.

duwem: meseley çerxufelek ke bêguman em çerxufeleke lenaw kurdida hebuwe, çunke kem çîrok heye ke basî çerxufelekî têda nebê û fiřokey îmroj nimûneyeke lew çerxufelekey konî kurdîye. emeş payey şaristanî û pîşesazîyan pîşan eda, we bigre gelê gelê beriztir bûn le qewmekanî çaxî xoyanîş, çunke çerxufelek lenaw emana nebêt, lenaw qewmekanî tirda nebuwe.

sêyem: řakêşanî şit «cerّû الئەەسْqalْArabic» legeł kîmya ke be řimûz sîmurẍ û diřende ehênête nawewe bo hênanî gułřux dařzandinî şitumekî leşkirî padşa, lem efsaneyeda ke ’îlmî îmřoj betewawî řêy bedîy řakêşanî şit û kîmyay nekirduwe, kurd lew serdemeda eger neybûbê çon ’eqłî biřî kirduwe û zanîwye dem bo qisey wa berêt? dyare dewrêkî way pîşesazî û zanyarî ebê be xoyewe dîbêt boye qisey lêwe kirduwe.

çwarem: pend û amojgarîyeke le layen jyanî xêzanîyewe goya payey jîrî afret -ba gelê gelê beřêzîş bêt- her xałî nabê lewe ke kemukûřîyekî ’eqłî têda derkewê beranber be jyan ya be tefkîr! wekû gułřux legeł řêwîyekeda nwandî çe le seretawe çe le axir henaseya. feřensey îmřoj -legeł eweş ke payey xwêndewarîyan zor zor berz buwetewe- lebarey afretda, çunke layan da le řewştî eweł ewa her çende eken boyan berbest nakirê.

eme nimûneyek bû le çîrokî kurdî ke mêjûy edebî kurdî kełkî lê wer’egrêt, we leme zyatir bo em şwêne û bo em berge dest nada.

înca pendî pêşînan û qisey nesteq.