dilo řabe xwe dilxiweş ke hilo da biçîne seyranê

From the Book:
Dîwanî Eḧmedî Xanî
By:
Ahmad Khani (1650-1707)
 2 minutes  898 views
dilo řabe xwe dilxiweş ke, hilo da biçîne seyranê
were carek tu xwe bi weş ke, biçîn seyra gulistanê
gulistana ku sorgul tê, semen nesrîn û sunbul tê
hezar bulbul bi ẍulẍul tê, di fesla mahê nîsanê
di fesla cadwî nîsan, me dî bû dilberek dîsan
bi dil meş’el çira îsan, me can da şubhî perwanê
me can da dilberek sade, letîf û şox û begzade
ji qeydan kirme azade, nihan xwendîme dîwanê
nihanî xelwetek da min, ji le’lan şerbetek da min
bi weslê suḧbetek da min, kirim bende di fermanê
di fermanê kî sadiq bit, u naxwazî munafq bit
divê herdem mwafq bit, wekî şeyxê di sen’anê
wekî şeyxî di hadir bit, di fermanê de nazir bit
bi emrê dostê kafir bit, bisojî suḧfê qur’anê
disojim suḧfê mektûbe, bi emrê yar û meḧbûbe
dema dil dem bi metlûbe, didem ez dîn û îmanê
eger dilber mecazî bit, ji řengê libsê ẍazî bit
bila sûfî nerazî bit, bimîne ew di ḧirmanê
binê sûfî qewî dîne, wekî xeffaşê miskîne
li nik wî řoj tu řeng nîne, çu nabînit ji ’umyanê
dilê wî kore e’maye, ji weslê dûrê damaye
li ber wî derge dadaye nehşite bête dîwanê
di dîwana ku qerqef tê, bi bezma her ney û def tê
mela’ik sed hezar sef tê, ezim yê hatî meydanê
ezim serxiweş ji wê camê, ezim sewda di nêv ’amê
ezim ’enqa ketî damê, bi zulfa ser li xal danî
bi zulfa hatî ser xalan, binefşa tîtik û alan
dil û canê me ’ebdalan, dibit dîsa bi talanê
di talana ku sed ser çûn, hezaran genc û gewher çûn
dilê sed pare kerker çûn, tu xanîPen name bes ke efẍanê