lêy wergirtin
be hoy em basewe çend babetêkî tir le hunerî cwankarî wişeyî sing dênête pêşewe, çar nîye her ebê lem şwêneda baskirê.
yekêk lewane:
«lêy wergirtin»e.
lêy wergirtin wişeyeke bo hemû şit ebê; wate şitêkî giştîye, her şitêkî maddî, ya me’newîy le şitêkî tir werbigîrê, her lêy wergirtine. bełam lêreda mebest eweye ke honer, we ya nûser hendê wişe be guzarekeyewe le şitî tir wer’egrê û eyxate naw berhemekey xoyewe.
eme belay zanayanî belaẍey ’erebîyewe be «aqtibas» naw birawe. aqtibas - yiş her bo ew çemkeye ke witra. wekû lewêda le guzarey giştîyewe gwêzrawetewe bo taybetî, le kurdîyekeşa le «kilّy»yewe gwêzrawetewe bo «ciz’î».
ca em lêy wergirtine eweye ke berhemî kesêkî taybetî şitêkî tir bixate naw xoyewe, bełam nek bew nawewe ke eme lewe, wate basî xawenî lêy wergîraweke neka, çunke eger basî kird, we ya nawî hêna, eme be çemkî lêy wergirtin naw nabrê, bełkû ebê be «têhełkêş».
lêy wergirtin le honraw û le pexşanîşa ebê, wergirtinekeş tenya bo cwankirdin û pîrozkirdinî berhemekeye, hî ew kese ke werî’egrê.
dîsan legeł «têhełkêş»da beweş her cya ebêtewe ke wergirtinî têhełkêş le nîwe honraw kemtir nîye, hî «lêy wergirtin» parçeye. we lema, hêma naka be lêy wergîraweke. zyatir em lêy wergirtineş her řûbeřûy «qir’an» û «ḧidîs» ebêtewe.
ca wêne bo em lêy wergirtine le honrawda, ke lêy wergîraweke «qir’an» bê. wekû «ḧîret» ełê:
le «ḧidîs»yişa her wekû ew ełê:
le pexşanîşa wekû em deqe ke ayetêkî «qir’an»y têdaye û ełê:
wêney eweş ke «ḧidîs» bixate naw pexşanekeyewe wekû lem deqeda, ke ełê:
«benî adem nabê herwa bizanê ke gyanleberêke û hîçî tir, bełkû gyanleberêke - cige le mêşkekey - hemû «kan» êkîşî têdaye «alircal mi’adin», le erza asin û gogird û xwê û şitî tir heye, lemîşa heye.