řegezdozîy hełewgeřawey bałdar

From the Book:
Xoşxwanî
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  1005 views

dîsan ew dû wişe, ke řegezdozyekeyan dirust kirduwe. eger yekê le dû wişeke kewtibuwe seretay honraweke û ewîtryan be hełewgeřaweyî kewtibuwe axrî honrawekewe eme be «hełewgeřawey bałdar» naw ebrê. le belaẍey ’erebîda beme ełên «miqlub micinḧ». wêney emeş wekû «şêx řeza» ełê:

«tełaq ger bê be demya ew ziley çwar pel qewî»
«boy enêrim sê zelam tabîkene pendî qełat»

wêneke le nêwanî dû wişey «tełaq» û «qełat» daye. ke her yek lem dû wişeye be pêçewaney ewîtryan kewtûnete ser û binî honrawekewe. mebestî honer be «qełat» qełay hewlêre. leser şêwey hewlêr be qeła ełên qełat.