řegezdozî ředû

From the Book:
Xoşxwanî
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  1977 views

corêkî tir lem řegezdozî natewawe řegezdozî «ředû». bo em çemke guzariştî ’erebî «laḧq»y bo danawe. ew guzariştey ke min eyłêm eweye ke yekê le pîtekan şwên ewî tir ekewê. şwên kewtin, zimanî kurdî «ředû»y pê ełê.

em babeteş eweye ke dû pîteke cêgay derçûnyan cyabê, kewabû be řegezdozî ředû naw ebrê.

emeş dîsan ebê be sê beşewe; ya emeye pîteke leseretay wişekewe ebê, ya le naweřastya, ya le axrewe ebê.

wêne bo ewe ke dûpîteke cêgay derçûnyan cyabê wekû «nalî» ełê:

«ela ey askî nask be bask»
«şikandit gerdinî sed şêrî şerze»
«ela ey nazenîn ahû be bahû»
«diłî seyyadî xot hênaye lerze»

temaşa ekeyn wişekanî ask, nask, bask, ahû, bahû hemû řegezdozîye natewawekeyan girtotewe.

«, n, bi» beçaw pîtekanî ’erebîyewe cêgay derçûnyan ledem cyaye. beçaw kurdîyewe «a» pîtî dengidare, ewanîtir hemû bêdengin. dîsan cya bûn leyek.

beşî duwem eweye ke pîtî řegez dirustikereke le naweřastî wişekewe bê. wêney emeş wekû «mîrza marf» ełê:

«eřon êwe be bê bakî benaw mêrg û gułî deşta»
«exon şîre, eken cewlan be bê perde le bay weşta»

wêneke le dû wişey «eřon», «exon» xoy nwanduwe. dû pîtî «r» û «û» le şwênî yek danîştûn û cêgay derçûnîşyan ledem dûre.

beşî sêyem ke pîteke le axrewe bê. wêney emeş wekû «řemzî» ełê:

«emîr hesta le cêgay xoy, emîn bû lew sera perde»
«ewî lêy bûn nema çaryan, xizane naw tep û herde!»

wêneke le beynî dû wişey «emîr» û «emîn» daye, ke dû pîtî «r» û «n» le cêgay yek danîştûn û şwênî derçûnîşyan le zar dûre leyek.