řegezdozîy natewaw

From the Book:
Xoşxwanî
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  4421 views

corekey tirî - ke řegezdozî natewawe - emeş çend beşêk dirust eka. beşêkyan eweye ke:

eger le kêş û jimarey pît û şikła wekû yek wabûn bełam leser û borda cya bûnewe eme be řegezdozî «lader» wate «minḧirf» naw ebrê. wêney eme wekû «nalî» ełê:

«kes be elfazim nełê xo «kirdî»ye, xo kirdye»
«her kesê nadan nebê xoy talbî me’na deka»

řegezdozîyeke le nêwanî dû wişey «xo kirdî» daye. yekem be «bor» exwênrêtewe, nîşaney bor le kurdîda «û»e, bo nûsînî, wate «kurdî». duwem be bê «û» enûsrê, wate «kirdî». we minîş boye le deqekeda herdûkîm be «kirdî» nûsî, leber şerḧ kirdineke bû, egîna nûsînî «kurdî» be «kirdî» hełeye.

we ya her «nalî» ełê:

«ke to «qible»y demit sa bêne qurban»
«le bo «qible»y diłim meşkêne qurban!»

hunereke le nêwanî herdû wişey «qible» daye; yekem «qîble»ye be «jêr»y «q». duwem «quble» be «bor»y qaf.

eger cyawazîyeke le jimarey pîtekana bû, wate ew dû wişeye yekêkyan pîtêkî zyatir bû lewîkeyan, eme be nawî «natewaw»ewe naw ebrê, ew pîte zyadeye labey řegezdozyekî tewaw peyda ebê. wêney emeş dîsan wekû «nalî» ełê: le katêka ke pîteke leseretay wişekewe bê.

«le nêw řîgî řewanda «qim» «niqim» bû, wiştirîş bû gum»
«nema gwê bîstinî «qim, qim» çi cay îmkanî hestane!»

řegezdozyeke le nêwanî «qum» û «nuqum» daye. pîtî «n» le «nuqim» laberî - ke zyade le «qum»- řegezdozyekî tewaw peyda ebê. herweha le nêwanî «qum» û «gum»yişda řegezdozî «laḧq» heye.

emeş wextê ebê be «laḧq» ke ḧukim bikeyn bewe şwênî derçûnî dû pîtey «q» û «g» le gerûda nizîkî heye le beynyana.

we ya ew pîte zyadeye bikewête naweřastî wişekewe. wêney eme wekû «ḧacî qadrî koyî» ełê:

«ey bê nezîr û hemta her toy ke berqerarî»
«bê dar û bê dyarî, bêdar û payedarî»

řegezdozî wênekey ême le nêwanî «bêdar» û «bêdyar» daye, ke pîtî «y» le wişey «bêdyar» labey, legeł «bêdar»da ebê be řegezdozyekî tewaw. herweha řegezdozî «cya» le nêwanî «bêdar» û «bêdarîşda» peyda buwe.

we ya ew pîte zyadeye kewtibuwe dwayî wişekewe. wênekey wekû «goran» ełê:

«le lapałî kêw qaspey kew nehat»
«be bê kewş kewtime řêy hat û nehat»

řegezdozye natewaweke le nêwanî dû wişey «kew» û «kewş» daye, pîtî «ş» ke kewtote axrî wişey «kewş»ewe, la bibrê «kew» emênêtewe, legeł wişey «kew»y pêşûda řegezdozî tewaw peyda ebê.