çûnenawyek

From the Book:
Xoşxwanî
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  776 views

yekêkî tir le hunerekan «çûnenawyek», wate «admac»e.

emeş eweye ew řesteye ke bo me’nayek danrawe me’nayekî tirîş bixate estoy xoy. wekû «şêx řeza» ełê lem řuwewe:

«ba cerde bîba kewłekey nacî»
«behar hat cilî pê nawê tacî»

nîwe honrawey pêşû me’nayekî tirî girtote xoy ke nîwe honrawey dwayye.

em «çûne naw yek»e bo xuspîş ebê û bo wespîş.