çextî xusp be wekû wesp
From the Book:
Xoşxwanî
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
1 minutes
884 views
beşêkî tir lem babete «çextî xuspe be wekû wesp» guzariştî ’erebî ełê «ti’ekîd alzim bima yişbih alimdiḧArabic».
emîş dîsan dû beşe; beşî yekem eweye ke sifetêkî mediḧ le şitêka nîye, leme zemêkî lê derênî bo ew şite, gwaye way dabnê ke em xuspe le naw wespekedaye. wekû ewe ke ełê:
«fiłan kes hîç başyekî nîye tenya ewe nebê ke xirape eka legeł ew keseda ke çakey legeł eka!».
beşî duwem eweye ke sifetêkî zem bo şitêk dabnê, paşan şitêkî wekû «astisna’» bênêtewe, paş ew sifetêkî zemî tir bo şiteke dabnê. wekû ełê: «fiłan kes bed kirdeweye, ewende heye nezane!». şerḧî em duweş her wekû duwekey pêşû waye.