kokirdinewe legeł biławkirdineweda

From the Book:
Xoşxwanî
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  574 views

yekêkî tir le hunerî cwankarî guzareyî «kokirdinewe legeł biławkirdineweda - alcim’ mi’ altifrîq»e emeş eweye ke dû şit bixrêne jêr xêwetî yek me’nawe, le paşa cya bikirênewe lew hoyeda ke yekî xistûn. wêne wekû «zêwer» ełê:

«diłî zarim wekû agir be daym karî sûtane»
«keçî řûy yar wekû agir hemû dem wa be tabane».

lêreda diłî xoy û řûmetî yarî çwanduwe be agir, le paşa cyayanî kirdotewe bew, ke lêkçûneke le řûmetî yara şewq û birîskekeye, we le diłî xoyşya kiłpe û biłêsekeye!

we ya «nałî» ełê:

«meke lomey peşêwî dił ke emşew»
«peşêwawe leber perçem peşêwan!»

hênawye diłî xoy û perçemî yarî xistote naw peşêwawîyewe, paşan cyay ekatewe bewe ełêy lêkçûnekeyan eweye ke peşêwawyeke le diła nareḧetîye, le perçema cwanîye!