kokirdinewe

From the Book:
Xoşxwanî
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  1012 views

le hunerî cwankarîye «kokirdinewe - cim’».

emeş eweye ke çend şitêk kobkirêtewe bo ewe yek ḧukim beser hemûyana bidrê; wate hemûyan ew xêwete dayanbigrêtewe. wekû

«şaho» ełê:

«guł û řêḧane û beřeza û nêrgis»

«bûnyan bo bone, ne wek bo bêkes»

wate dirustibûn û peyda bûnî em şitane bo eweye bonyan bikirê, newek bikirên be çepik û bibrên bo «bêkes» ke ingilîzêk buwe le ’iraqda.

we ya «wefayî» ełê:

«sef beste hemû muntezrî emřo nigahin»
«qulabî muje û çawî řeş û goşey ebrot»

muje û çaw û ebro hemû çaweřêy ḧukmêk eken ke ferman û seyrkirdnî yare fermanyan pêy bika.

le wêney yekema ḧukim le dwaweweye, le hî duwema le pêşeweye.