piçřan

From the Book:
Xoşxwanî
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  1038 views

yekêkî tir le hunerekanî cwankarî «piçřan»e em hunere le lay belaẍey ’erbî «astixdam»y pêy ełên, bełam min egeřêmewe ser binaẍekey û be «piçřan» nawî ebem. çunke:

em hunere birêtîye lewe ke wişeyek le řesteyekda butrê, ew wişeye dû guzarey hebê, paşan řanawêkî bo bigêřêtewe, mebest be esłî wişeke guzareyek bê, we be řanaweke guzarekey tirî. eme le řastîda be řanaweke epçiřê le esłeke. kewa bû «piçřan» dirustitir bû le «astixdam», çunke «astixdam» be xwazeyekî tewaw boy danrawe.

ca wêne bo em «piçřan»e wekû «şeyda» ełê:

«le şemmeda min agirim nabê»
«çunke agirdan lewêda nabê»

«şemme» nawî dêke le wiłatî suleymanî, we nawî yekê le řojekanî ḧefteşe. ke ełê «agirdan lewêda» řanawî «lewê» bo şemme egeřêtewe.

le katî xoya «şelemo» hebû cûleke bû, le dê şemme da’enîşt. eguncê «lewê» da, dê şemme bê, we eguncê ewe bê ke le řojî şemmiwana ew agirî nabê çunke cûlekeye û cûleke le şew û řojî şemmeda agir nakatewe!.