cwankarî

From the Book:
Xoşxwanî
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  1809 views

beşî sêyem le zanyarî řewanbêjî «cwankarî»ye. êste eçîne naw ew beşewe. zanyarî em beşeş eweye ke behoy ewewe cwanîy û řêkupêkî qise der’ekewê. dyare em derkewtineş wextê ebê ke ew qiseye legeł çoyetî kateke «miqtizî alḧal»da beranberîy bika, we ebê eweş bihênrête berçaw ke ew wişe, we ya řisteye be corêkî aşkira û bê‌girê û qorit legeł guzarekeda cût ebin û yek bo yek eşên. em cût‌bûn û yek girtineş, we ya zanînî em řêgeye behoy zanînî zanyarî cwankarîyewe ebê.

kewabû zanyarî «cwankarî» taybetî‌tir bû le zanyarî guzarekarî û řewankarî. leber eme bû, boye em babetî cwankarîye kewte dway ewanewe.

em cwanî û řêkupêkî qiseyeş dû core; corêkyan řû le wişe ekatewe, corêkyan řû le guzare ekatewe. le pêşa basî guzareyyeke ekeyn, çunke mebestî binaẍeyî le hemû şitêka guzareye, wişe qałbêke bo ew guzareye.

ca yekêk lew guzareyyane: