řewankarî

From the Book:
Xoşxwanî
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  1363 views

hunere qiseyye aşkirakan

wekû witra řewanbêjî be têkřayî lew hunerane dirust ebê, ewanîş le naw xoyana bûn bew sê babetey pêşuwewe; -guzarekarî, řewankarî, cwankarî-. basî guzarekarî pêşxira û ta endazeyek qisey lêwekira. êste dêne ser babetî «řewankarî».

boyeş guzarekarî leser řewankarî pêşxira, çunke guzarekarî wekû «paj»êke le řewankarî; lewêda ebê ewe bihênrête ber çaw ke şiteke legeł çonyetî wexteke «miqtizîy ḧał»da beranberî bika, le řewankarîşda ewe her heye û zyad leweş şitêkî tir heye; ke to lêreda yek guzare dênî û eybiřî beser gelê şit da. lemewe wek yek, dirke, xwaze, xwastin û şitî tir dête kayewe.

yasayekî zanyarî «mintiq» heye ke le hendê şwêna «hamaw» û «paj»; wate «kilî û ciz’î» bas eka, bûnî hamaweke be bûnî pajekeweye, le gişt pajekan hamaweke dirust ebê, em basî řewanbêjî û beşekanî, we ya biłên hunere qiseyye aşkirakanîş wate; bûn û nebûnî řewanbêjîyeke be bûn û nebûnî beşekanyeweye, hunere qiseyye aşkirakan têkřa bew beşanen.

emeş merc nîye ke eger butrê: em řisteye guzarey řiste ’erebyekeye - ke finunî byanyeye -. finûnî beyanyeş hemû belaẍe nagrêtewe, bełkû beşê le sê beşekey egrêtewe.

eme merc nîye bûtrê, çunke her zimanê kesyetî xoy heye, her wişe we ya řisteyek le zimanêka guzareyek eda be destewe ke le zimanêkî tirda dûr nîye ew şite bew core nebêt.

le baweřî mina, le zimanî kurdîda řistey «hunere qiseyye aşkirakan» le batî ewe beşêk le sê beşey řewanbêjî bigrêtewe - wekû le ’erebîda «beyan» her tenya yekê le sê beşey belaẍey girtotewe - hemûy girtotewe. bew bonewe eçîne naw cergey basekanewe û ełêyn: