tilmîḧ

From the Book:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 1 minutes  570 views

yekêkî tirîş le hunerekanî bedî’ «tilmîḧ»e ke birîtîye lewe lenaw witarî xota îşaret bikey bo řûdawê ya şî’rê ya pendêkî pêşînan. bo nimûney îşaret kirdin bo fermûdeyekî pêẍember (dirûdî xway lê bê), «namî» ełê:

herçend birayan ser bere û ẍedirin
qeynaka wêney yaranî bedirin

ke îşareye bo fermûdey pêẍember ke fermûyetî:

li’il alle atil’ ’ifî ahil bidir, fiqal a’milwa ma şi’tim fiqid ẍifirit likimArabic

pena be namerd bo dinya ya dîn
wek be agire le germay hawîn

emeyş îşareye bo ew beyte şî’rî ’erebîye ke ełê:

alimisticîr bi’mir’ind kirbite
kalimisticîr min alirimza’ balnar