’iqid

From the Book:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 1 minutes  554 views

«’iqid» ’îbarete lewe ke parçeyek pexşan bihonîtewe û bîkey be şî’ir bemercî hemû ya zortirî wişekanî ew parçe pexşane wergirî û bîxeyte naw şî’reketewe. kewate etwanî kem û zyad le şî’reketa bikeyt û xot nebestî be wişekanî parçe pexşanekewe. bełam eger hatu wişekanî parçe pexşaneket pişt gwê xist û me’nakanyanit be wişey tir xiste naw şî’reketewe, ewe şî’rêkit bo xot danawe û nawtirê pexşanî kesêkit kirduwe be şî’ir, herçend xałî nîye le dizînî me’na.

«namî» bo nimûney em core, dû dêřî seretay kitêbî gulistanî se’dîy honîwetewe û ełê:

herçî nî’mete hîy ew xudaye
lê nizîk bûnî leser teqwaye
ke fermûyetî: supasim mayey
zorîy nî’metî herduwdinyaye