aqtibas

From the Book:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 2 minutes  943 views

emeyş çend corêkî tirî hunerî bedî’. yekê lemane «aqtibas»e ke ewete cumleyek le qur’an û ḧedîsî pêẍember bixeyte naw qisey xotewe be corê ke xana bizanê ew cumleye hî xot nîye û qur’ane yaxud ḧedîse.

bo nimûney îqtîbas le qur’anî pîrozewe «namî» ełê:

ger lutfê bika yarî muqeřeb
zû pê ezanê bedkarî ’eqreb
bo men’î lutfê zû ḧazir ebê
kilimḧ albisir aw hu aqirbArabic
***
mubalat nakem be qal û be qîl
sebirim kirduwe be yar û xelîl
dujmin çî ełê ba biłê bo xoy
xuda kerîme fisbir cimîlArabic
***
witim be diłber ey yarî celîl
bedkar namerde, meyke be xelîl
witî: metirse, xwa heye. witim:
ḧisbina alle û ni’im alukîlArabic

bo nimûney îqtîbasîş le ḧedîsî pîrozewe, ełê:

egerçî bedkar zor napesende
daym xerîkî daw û kemende
mubalat nakem be derd û dawî
balimkare ḧifit alcinةArabic
***
eger le erzî ya le asmanî
daym gîrodey derd û zyanî
beła û afatî nefsî emmare
lewîş xiraptir mekirî şeytanî
***
ladey lewane, ehlî cennatî
ejît le sayey xêr û xêratî
arezûbazî dozex cêgete
ḧifit alnar balşihwatArabic