cinasî naqis

From the Book:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 6 minutes  1013 views

egerîş le jimarey ḧerifda cyawaz bûn ewe naw ebrê be «cinasî naqis». ca eger cyawazîyekeyan be yek ḧerf bû le seretawe ewe pêy ewtirê mirduf. lem babeteda «namî» ełê:

berawirdim kird be mawey çend sał

ke dewamî ḧał meḧałe meḧał

madem «lays’el» nessî kelame

pirsyar le xwa mayey melame

her wa ełê:

eger beřastî kirasî yosû
bonî bikeyn û bîxeyne ser řû
çawî ser û dił řûn ebêtewe
wek çawî ye’qûb řoşnewe bû
***
çûm ta bibînim ewza’î małê
le kem û kurtî ya le kemałî
be qeza û qeder le mała nebûn
ne małim bînî ne ḧał û bałî
***
wam le meraqa le fîraqî to
mirdim be derdî îştyaqî to
dinyam gişt tey kird le hîç la nemdî
řazabêtewe be exlaqî to
***
peşêwîy cîhan eger bizanî
leser dû şite: latî û nezanî
xozge nezanî řîşey der’ehat
ta neřwêtewe darî nezanî
***
’eşqî şîrîne fertûtîy ferhad
’eşqî dêrîne şeydayî newzad
azadîyş wa le bendîxaneda
azadî naken be dad û feryad
***
ta manim mabê damanit egirim
bo ewey leber damanit bimirim
jîne mirdinim bo manî diłber
xom şehîd ekem bo ewey nemirim
***
karim dîdenî dîdarî toye
qarim le qar û azarî toye
şadîy min leser şadîy diłbere
bêzarîm leser bêzarîy toye
***
زاۆ be daxo lawik dewêjê
’eqre wek nuqre esrîn eřêjê
ne ne sehum kird, lebatîy nuqre
řêzey ałtûnî şîrîn ebêjê
***
zeman emanî nîye lebo kes
namdar zamdare be nêzey nakes
bedkar bêdare û be şew naxewê
zor agadare nefes be nefes
***
dujminî beddił, beddem û bedlêw
le mał û le der, le sara û le kêw
gurg û qesab û şwanî meř û mał
hemû her yekin bo berxî bêxêw
***
mekîney kîney diłî dujminan
ke day le kêłge wefay musułman
herçîy têda bê le gya û gułî cwan
řapêçî eka bo dinyay neman
***
xuda xudaye û cîhanîş cîhan
zanaye be gişt aşkira û penhan
ta bendey řast û diłsozî xwa bî
ewîş legełte û řeḧîme û řeḧman
***
ey hawar le des karî nařewa
tûşî çî bûn mexlûqî xuda
bêferqîy beynî haman û hêmin
’alemyan fewtand be hose û hewa
***
jyan milwankey gêjî gerdine
zyan hat, çaret xořagirtine
egerna jînê jan bê lebo dił
her be naw jîne, be řast mirdine
***
le şarî ta’îf çûm bo letayf
bo lay ’arîfî xawen me’arîf
’erzim kird: qurban! hatûme xizmet
fermûy her řoḧe layq be ’arîf
***

egerîş cyawazîyan le ḧerfî naweřasta bû, ewe naw ebrê be «miktinfArabic». bo nûne wek ew beytey şa’îr ke ełê:

cidî û cihdî fî alufa bal’ihdArabic
madimit ḧya minz ’ihd alimihdArabic

«namî»yiş ełê:

min be cid û cehd negeyme ew cê
dûre le pestî û pêy ełên ewcê
tewfîqî xuda birdimîye burcê
kem kes pêy biga û boy bê cêbecê
***
derdim eweye derbim barîke
lem dinyayşa cêm teng û tarîke
meger lutfî xwa bigate firyam
lew cê tarîke û lew řê barîke
***
xanedan ye’nî meydanî mîwan
ke mîwan nebê, nabê xanedan
berzîy řûy cîhan leser qazance
qazancîş xułke û cêge û çêşt û nan
***

egerîş cyawazîyeke le axrî wişewe bê, ewe pêy ełên «mitirf». le nimûney emeda şa’îrî ’ereb witûye:

yimdun min aydٍ ’was ’wasimArabic
nisul bi’esyaf qwasٍ qwasimArabic

«namî»yiş ełê:

jîn lebo jîre nek bo bêhoşe
hoş bo huşyare. nek bo sexoşe
be hewa derçûm lebo hewałî
bibînim mînay sergonay ałî
bizanim ḧałî û maçî kem xałî
řuxsar û lêw û çawanî kałî
be bextyarî bextim yarîy kird
eḧwałim zanî, zanînêkî wird
dim piř kemałê le berze małê
xawen temkînê, şîrîn eḧwałê,
hîway diłdaran leqay diłbere
herçend kemîş bê satê le sałê
ḧecî małî xwa yek keřet ferze
nek hemû sałê, carê le sałê
xuda em beşe nesênêtewe
besme bo besmey dû lêwan ałê
«namî» le şewqa şêt û şeydaye
nazanê agay hoş û kemałê

egerîş cyawazîyan be zyatir le ḧerfê bû, ewe pêy ewtirê «mizîّli» wate: dawênedar, wek lem beytey xensada:

în albika’ hu alşifa’Arabic
min alciwî bîn alciwanḧArabic

«namî»yiş ełê:

yarî min cwane, canî canane
le’le, yaqûte, duře, mercane
gyanî min ’aşiq bo ’aşiqane
ewey ke bo yar le muştaqane
***
gelê gelêkim bînî kwêr û keř
esûřanewe be swarîy ker
zorî pê neçû giştyan beser çûn
ne ker mayewe û ne xawenî ker
***
bar û bargey yar be sed ’îziz û naz
řoyî bo kwêstan, kêwî «mêşełwaz»
serqafłe gewrey destey yaran bû
dest û pêm maç kird witim: ho şabaz
ger qubûłim key be xułamî xot
egem be sûd û sermayey diłxiwaz
řoyştim bo guł bo dêy «gułçîder»
gułêkim bînî le tarîf ewder
pêm wit: ey gułî seranser cîhan
fîday peřet bê cîhan seranser
madem nayabe le wêney to guł
hergîz naçme der le dêy «gułçîder»
***
ḧesen nîgadar nîgadarit bê
le şew û řoja agadarit bê
«îna feteḧnaArabic» kilîl darit bê
«wiḧfiznahaArabic»yiş çawezarit bê
***
be hewa derçûm bo hewargey yar
lebo temaşay řuxsarî diłdar
dîm danîştibû lenaw gułzara
be ’îşwe û be naz, be çawî xumar

bełam dirust nîye cyawazîy ḧerfekan be zyatir le dû ḧerf bê. «namî» ełê:

dił zor etirsê le dił nîgeran
nabê be bira bo biraderan
marê ke kilkî be tîẍ biřabê
feramoş naka kilkî le deran

egerîş cyawazîy ew dû wişeye ke řîzda bû ewe pêy ełên «qilb», wek lem řiste ’erebîyeda: «ḧisamh fitiḧ lawlya’ih, wiḧîf la’da’ihArabic».

«namî»yiş ełê:

ewey be derdî dûrît efewtê
ḧeyfe be agirî dozex bisûtê