ticahil al’arf

From the Book:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 2 minutes  696 views

bîst wiheştem: «ticahil al’arf»e ke birîtîye lewe kesê xoy şitê bizanê keçî wa pîşan bida hîçî lê nazanê û pirsyar le xełk bika lebareyewe.

nimûney eme wek lem beyte ’erebîyeda:

alim’ birq sirî, am zu’ misbaḧ
am abtisamha balminzir alsaḧî?!

«namî»yiş, her lem nimûneye, ełê:

be sergerdit bim min nazanim çît
ademîzadî? firîştey? perît?
serpêçî serit peřî tawwise
awrêşmî pake, tuxu, yaxud çît?
to nûrî pakî le ber çaw dyarî
wa be bînînit dił piř enware?
yaxud firîştey nêrrawî ẍeybî
bo deway derdî diłey aware?
gerdî xakî pêt bo deway çawim
cewahîr surmey piř’î’tîbare
şinoy nesîmî nefesî pakit
herwek dyarî hat bo em dyare
yaxud henasey ’îsay mesîḧ bû
bo jyandinewey mirdûy bêçare
diłim mirduwe le derdî dûrît
demêke bo to be întîzare
awî ḧeyatî, çarî mematî
mayey necatî lem řojgare
herçende ême lew dostane nîn
bîne nezergey ew çaw xumare
bîke be xatir dostanî gyanît
ew diłdaraney diłyan bêdare
ḧîsabman bike be dergawanê
le ber çawta bê subiḧ û êware
«namî» le baẍî şada řiskawe
boye, herçî bê, be’î’tîbare