ti’ekîd alimdiḧ bima yişbih alzim

From the Book:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 2 minutes  730 views

bîst û yekem: «ti’ekîd alimdiḧ bima yişbih alzim»e. eweyş dû core corêkyan eweye sîfetêkî te’rîfkirdin cya bikeytewe le sîfetêkî zemî nefîkiraw le kesêk gwaye em sîfetî te’rîfkirdine lew sîfetî zeme nefîkiraweda daxłe.

nimûney eme wek ewe ke xwa fermûyetî:

«û ma tinqimun mina ala an amna bi’ayat alilh».

«namî»y xawenî em řazaweyeyş bem şî’rane nimûney bo em sin’ete hênawetewe:

yaranman berîn le gişt nařewa
meger le baweř be zatî xuda
yarim bê’eybe meger em ’eybe
ke tîlî çawî wek mijdey ẍeybe
pake be derûn xawêne le gerd
mer gerdî dostî bo însanî merd

corî duwemîş eweye sîfetêkî te’rîfkirdin le sîfetêkî tirî te’rîfkirdinî kesêk cya bikirêtewe leser esasî ewe ke em sîfetî tirî te’rîfkirdine ber ’eyb û şûreyî ekewê.

«namî» le nimûne hênaneweda bo em core ełê:

yarim meşẍûłe be yadî xuda
çi le katî řoj yaxud le şewa
ewende heye zor xêromende
bo bêgane û xwêş, bo şa û bo bende

her lem coreye te’kîdkirdinî zem be şitê ke bişubhê be te’rîf, wek lem beytaneda:

fiłan pyawêkî bedxułq û xuwe
ewende heye ’eqłê têkçuwe
bede û be řeftar zor tawanbare
ewende heye ajawey şare
be ser û sîma zor naşîrîne
ewende heye dem be nefrîne
kabra qazancî hîç lê nabînî
ewende heye lawaze dînî